02 juni 2017

Têl bela ne…


Ekîba(taximê)oerasyonên li hemberî gerîlla dimeşand li Şirnexê giş bi hev ra(13 kes) mehû bûn.
Xwedê meriv ji bêtarên giran û ji têlên Kurdistanê bisitirîne.
Têl bela ne.
Serfermandariya tirk di beyana xwe da dibêje helîkoptera wan li ”têlê ketiye” û ketiye xwar....
Mimûn e, kane rast be…
Ne teyr tenê, helîkopter jî carnan kanin li têlê kevin.
Têl bela ne.
Têl tim dibin sebebê qezayan.
Têl tahlûke ne, dibê meriv hevza xwe ji têlan bike.
Di xewnê da jî dîtina têlan, di têlan alîn ne elameta xêrê ye.
Dibê dwlet li hemberî têlan tedbîrekê bigre.
Ya na ewê gelek carên din jî li têlê kevin.
Teyr(balinde)bi teyrîtiya xwe carnan li têlê dikevin.
Dema teyr nikabibin xwe ji kemîn û xezeba têlan biparêzin, pir normal e helîkopter jî li têlê kevin.
Têl pir tahlûke ne, dibê meriv ji têlan bitirse.
Lê bi taybetî jîm ji têlên Kurdistanê.
Têlên Kurdistan ne teyran nas dikin û ne jî helîkopetan, dibê meriv zêde bilind nefire. Meriv kane li têlê keve…



XXX


Parlamenterê Ruhayê û berdevkê HDPê Osman Baydemir jî îro li Diyarbekrê girtine.
Digrin, ji xwe hemû kurd êsîr girtine...
Berê li Tirkiyê baş xerab qanûnek tiroviro ba jî hebû, lê nuha qanûneke tirivoro jî tuneye. Rejîmeke zorba û faşîst heye û zalimekî neyarê kurdan li ser hukim e û tenê gotin û emrê wî pere dike.
Lema jî dilê wî kê bixwaze wî dide girtin...
Bindestî, bêdewletî wiha ye, dijmin û ûjdan û merhameta xwe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE