12 augusti 2017

Bînalî Yildirim gotiye ewê destûrê nedin li Sûriyê û li Îraqê dewleteke nuh ya naylon ava bibe…



Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim gotiye, ”Li ser sînorên me, bi taybetî jî li aliyê Sûriyê û Îraqê emê tu carî destûrê nedin dewleteke naylon(sûnî)çê bibe. Di vî warî da em bi dewletên muxatab ra dipeyivin. Şert çi dibe bira bibe heger em pêşketineke li dijî berjewendiyên xwe yên netwî bibînin di mudaxeleyê(bersîvdanê) da emê qet teredut nekin.”
Wek tê dîtin Bînalî Yildirm, PYDê û kurdên Kurdistana rojava tenê tehdît nake, gefan li kurdên başûr jî dixwe, mêrik ji kurdên başûr ra jî dibêje emê nehêlin hûn ”dewleteke naylon ava bikin”, yanî serxwebûna xwe îlan bikin. Heger hûn serxwebûna xwe îlan bikin, emê êrîşî we bikin…
Ev ne cara pêşî ye berpirsiyarên hukûmeta AKPê beyanên wiha didin, berê jî Erdogan, Yildirim û Çavuşolu gelek beyanên wiha dane. Lê her tim jî tirk vê tehdîda xwe ji dil û can dikin.
Lema jî bi baweriya min dibê kurdên başûr vê tehdîda Bînalî Yildirim wek forteke vala nehesibînin, pir cidî bigrin.
Piştî referandûmê gava kurd serxwebûna xwe îlan bikin Tirkiye ewê bikanibe êrîşî kurdan bike ya na hewqasî ne hêsa ye.
Bi qasî meriv dibîne ji bo mudaxeleyeke leşkerî Tirkiye dixwaze Îraqê û Îranê îqna bike û her sê bi hev ra derkevin hemberî kurdan, ya jî Îran û Tirkiye ewê piştgiriyê bidin êrîşa Bexdayê.
Ev serê salan e ez ji kurdên başûr ra û bi taybetî ji PDKê ra dibêjim Tirk ne dostên we ne, tirk bi qasî neyarên PKKê ne hewqasî û heta hinekî jî zêde, neyarên we ne jî.
Hukûmeta AKPê bi qasî li dijî kurdên rojava û PYDê ye, hewqasî jî li dijî kurdên başûr û PDKê ye jî.
Tirkiyeya nexwaze kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet, li Tirkiyê bibin xwedî mafekî herî biçûk, ewê nexwaze kurdên başûr jî bibin xwedî dewlet.
Gerek Mesûd Barzanî û hemû berpirsiyarên başûr viya baş bizanin û tu carî bi virên tirkan nexapin.
Lê êdî dawiya viran û xapandinê het. Nuha êdî ne hewceyî texmînan e, tirk êdî bi xwe û eşkere dibêjin ewê nehêlin li ”Îraqê dewleteke nuh ya naylon ava bibe…”
Heger kurd bi destûra wan hereket bikin helbet ewê nehêlin, lê belê kurd ewê tu carî destûrê ji wan nexwazin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE