03 augusti 2017

Birînên Şengalê û êzdiyan hîn derman nebûne

Sê sal berê di 3ê tebaxa 2014a da îslamîstên faşîst, hov û ji hemû wesfên însaniyetê bêpar êrîş birin ser Şengalê û dest bi qetlîama êzdiyan kirin.
Bi hezaran êzdî bi hovane qetil kirin û bi hezaran keç û jinên êzdî jî dîl girtin.
Bi vê fermana û talana musilmanên ereb ra Şengal vala bû, bi sedhezaran êzdî bi çol û çepelan ketin.
Heta nuha jî herî kêm 6 hezar êzdî hîn jî dîl(êsîr) di destê Daîşê-hêzên îslamî yên faşîst da ne.
Bi hezaran êzdî li başûr û bakurê Kurdistanê hîn di kampan da di nava şertên pir xerab da dijîn.
Êzdî hîn venegeriyane warên xwe.
Qetlîama Şengalê di dilê her kurdî da birîneke pir kûr vekiriye, ev birîn zû bi zû nakew.
Di sê saliya jenosîda Şengalê da hemû şehîdên Şengalê bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

XXX
50 roj ma, piştî 50 rojên din di 25ê îlonê da li Kurdistana başûr kurd ewê gaveke dîrokî berbî azadî û serxwebûnê da bvêjin.
Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Hindik ma, înşelah di demek nêz da emê vê xeyala bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî yê nemir bi cîh bînin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE