11 augusti 2017

Dijayetiya referandûmê û serxwebûnê di praktîkê da parastina bindestiya kurda ye

Meriv kane li dijî Goranê û YNKê be, siyaseta wan, xeta wan rast nebîne û rexne bike. Lê ne rast e meriv li dijî Kurdistaneke di bin desthilata wan da be.
Meriv kane li dijî PDKê û Mesûd Barzanî be û siyaseta wî rexne bike.
Ez bi xwe jî siyaseta Barzanî ya li hemberî Goranê, hawê girtina biryara referandûmê û şiklê têkiliyên PDKê û Barzanî yên bi Tirkiyê ra rast nabînim û rexne dikim.
Lê belê ev nayê wê maneyê ji ber ku Barzanî li ser hukim e ezê li dijî referandûmê û serxwebûna kurdên başûr derkevim û bindestiya Bexdayê biprêzim.
Ev tiştê min got ji bo Kurdistana rojava, PYDê û Salih Muslim jî û ji bo PKKê û Ocalan jî jî derbas dibe.
Meriv kane di warê siyasî û îdeolojîk da li dijî wan be, lê belê ne rast e meriv serxwebûneke di bin hukimraniya wan da red bike û li dij derkeve.
Bira li Kurdistana bakur û rojava Kurdistan çê bibe, bira PKK û PYD li ser hukim be.
Meriv kane li dijî rejîman, îdeolojiyan û siyasetan be, ji hin serokan hez neke, lê ne li dijî azadî û serxwebûna kurdan be.
Ji roja ez bi kurdayetiya xwe hesiyame(ev 50 sal in) min azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê parastiye û îro jî li gel hemû şaşî û kêmasiyên Barzanî piştgiriyê didim referandûmê û serxwebûna kurdan.
Bi eynî sebebê eynî piştgiriyê didim PYDê jî.
Ev nayê wê maneyê ez her kirinên wan rast dibînim.
Min tim gotiye bira kurd ji bin destiya ereb, faris û tirkan xelas bibin, bira Kurdistaneke serbixwe çê bibe kî çê dike bira çê ke, dixwaze Barzanî dibe serok ya jî Ocalan, Talabanî û yekî ji Goranê ya jî yekî dîndar, bi kurtî kî Kurdistanê çê dike bira çêke, ezê jê ra li çepikan xim û bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidimê.
Ez viya ji bo her çar perçên Kurdistanê û ji bo hemû partiyên kurd dibêjim.
Li gorî min dewleteke kurd ya herî xerab, herî dîktator, îslamî, monarşîk, olîgarşîk ji halê me yê nuha, ji bindestiya tirkan, farisan û ereban hezar qatî baştir e.
Çimkî em hemû zanin tu benîadem, tu rejîm ne nemir û ebedî ye, rojekê ewê dawî li jiyan û rejîma wan jî were.
Tu dewleteke dinyayê, Emerîka, Fransa, Swêd, Almanya, Îtalya, Îspanya û Îngilistan jî ji destpêkê wek îro ne welatên demokratîk û pêşketîk bûn.
Bi wextê ra guherîn hatin rewşa îro.
Lema jî ya muhîm dewleta me çê bibe, em kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Bira dewleta me jî çê bibe bira ne demokratîk be, bira monarşî be…
Mucadela em îro li dijî hêzên dagirker didin, emê li dijî dîktator û monarkên kurd bidin.
Lema jî dibê tu kurd ne li dijî referandûma serxwebûnê be, dibê her kurd piştgiriyê bidê û ji bo ku di referandûmê da rêjeyeke mezin ERÊ derkeve bixebite û propagandeya wê bike.
Kurdên îro ji ber dijayetiya Barzanî dijayetiya referandûmê û serxwebûna kurdên başûr dikin şaşiyeke pir mezin dikin, dibê meriv bi zimanekî dostane vê şaşiya wan bibêje.
Lê belê “xayin” îlankirina wan ne rast e, dibê em bi termînolojiyeke siyasî vê meselê minaqaşe bikin...
Ma we qet dîtiye erebek, heta dînekî filistînî jî li dijî serxwebûna filistîniyan derkeve?
Di nava filistîniyan da jî gelek dijayetiyên siyasî û îdeolojîk hene, lê belê ev yek tu carî nabe sebebê filistîniyên hevalên Mahmûd Ebbas li dijî daxwazên Hamasê yên serxwebûnê derkevin.
Gelek tirk îro li dijî rejîma Erdogan ya îslamî û dîktator in.
Lê belê yek tirk jî nabêje ji ber ku Erdogan li ser hukim e emê dewleta tirk, Tirkiyê xera bikin, em dewleteke di bin desthilata AKPê û Erdogan da naxwazin.
Dînekî tirk jî wiha nabêje.
Yên li dijî rejîma Erdogan ya dîktator şerê AKPê û Erdogan dikin, dixwazin wan ji ser hukim da bixînin, ne ku dewleta xwe xera bikin...
Farisên li dijî remejîma melayan pir in, lê belê yek faris jî nabbêje ji ber mele li ser hukim in em dewletê naxwazin.
Gerek em kurd jî bi vî çavî li referandûm û serxwebûna Kurdistana başûr binêrin.
Em li dijî PDKê bin jî, ji Barzanî hez nekin jî gerek em piştgiriyê bidin referandûmê û serxwebûna kurdan.
Çimkî li gel hemû kêmasî û şaşiyên biryara referandûmê jî referandûm mafekî kurdan yê rewa û demokratîk e.
Siyasetmedarên kurdan îro ne bi dilê me bin jî, hin gavên şaş avêtibin jî kurd ne mecbûr in bi Îraqê ra bijîn, serxwebûn mafê kurda ye.
Dijayetiya referandûmê û serxwebûnê di praktîkê da tê maneya parastina bindestiya kurdan. Gerk tu kurdê welatparêz, têgihiştî tiştekî wiha neparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE