07 augusti 2017

Efendim ”ji mizgeft û mescîdan terorîst dernakevin” (!)



Serokê Tirkiyê Erdogan dîsa çiya di çiya werkiriye, efendî gotiye, ”ji Mizgeftê, ji mescîdê, ji mînberan û mîhraban û ji kursiyên waizan terorîst dernakevin…”
Ma derew bi pera ye, hestiyê zimên tuneye, çi tê devê wî dibêje. Çimkî zane kes nikane vira wî pûç bike…
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî serokê El Qaîdeyê Bin Ladîn û El Zawahîrî, Serokê Daîşê Bexdadî, serokên El Nusra û Boko Heram û bi sedan terorîstên weke wan hemû ne mele, ne dîndar û ne alimên îslamî ne, hemû araqvexwir û esrarkêş in, ya jî hemû keşe û heham in û ji dêrê û ji sînanogê derketine.
Ma evên seriyan jê dikin, li vir û li wir her roj bi hovîtîyên xwe dikevin xwîna bi sedan însanî hemû ne mele, alim û dîndar û kesên musilman in û serên wan ji ser sujdê ranabin?
Kuro li gorî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê nuha li dinyayê bi sedan rêxistinên îslamî yên terorîst hene, di lîsteya Înterpolê da bi hezaran dîndar û alimên îslamê hene û serê hemûyan jî ji ser sujdê ranabe. Hemû jî di mizgeft û mescîdan da mezin bûne.
Eferndim ” ji Mizgeftê û ji mescîdê terorîst dernakeve ?”
Çawa ji mizget û mescîdan terorîst dernakevin, terorîstên dinyayê yên herî mezin hemû jî ji mizgeft û mescîdan derketine, hemû jî mele û dîndarên ser mînber û mîhraban in…
Heger ”ji Mizgeftê û ji mescîdê û ji kursiyên waizan” terorîst dernakevin, wê demê Fetullah Gulen çi ye û ji ku derketiye?
Ma Fetullah Gulen ji unîversîteya Sorbonê derketiye?
Tu bi xwe dibêjî FETO terorîstê herî tahlûke ye.
Û ev FETO heta 3 sal berê jî seydayê te û AKPê bû, alimekî we yê herî mezin bû.
Lê îro Cimeta Gulen bûye rêxistina terorîst û Gulen jî bûye serokê terorîstan. Û viya jî hûn bi xwe dibêjin.
De îcar çawa ji mizgeft û mescîdan terorîst dernakevin?
Nuha li dinyayê terorîstên herî mezin hemû jî ji mizgeft û mescîdan dernekitine û li gorî te Fetulah Gulen jî yekî ji van e.

XXX

Tirk bi qasî ji kurdan nefret dikin ji tu tiştekî din, ji tu benderuhekî din, ji tu qewmwkî din hewqasî nefret nakin.
Tirk naxwazin bibin cîranên kurdan, naxwzin di otoboz û trênan da li kêlek yekî kurd rûnin. Otobêzên kurdan, wasityên bi plaqeyên Kurdistanê kevir dikin.
Lê hin kurdên me yên tirkhez dîsa jî bi zor xwe dikin birayên tirkan…
Ev yek di normalê da hestekî li dijî tebîeta însên e, çimkî kesê ji meriv hez neke gerek meriv jî jê hez neke…
Lê hin kurd vê qanûna xwezayî xera dikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE