06 augusti 2017

Erdogan dibêje di demeke nêz da ewê Kurdistana başûr û rojava îşxal bikin



Serokê dewleta tirk yê îslamî Recep Tayyip Erdogan, bi zimanekî eşkere dibêje di rojên pêş da ewê Kurdistana rojava û başûr îşxal bikin û bi vî hawî hereketa Mertalê Ferêt berfirehtir bikin.
Erdoganê panturkîst û nîjadperestê îslamî di axaftina xwe da dibêje, ”Bi Hereketa Mertalê Ferêt xencera me li Sûriyê xist dilê projeya tevgera terorê, bi hemleyên nuh emê berfirehtir bikin, di vî warî da em xwedî biryar in. Di demeke pir nêz da di vî warî da emê gavên nuh û pir muhîm bavêjin. Mesela Sûriyê ji zû da ye ji çarçeva sînorên terorê derketiye. Ji dêlî ku em bedelê senaryoyên dixwazin serxwebûn(îstîqlal) û pêşeroja(îstîqbala) me xera bikin li welatê xwe bidin, emê li Sûriyê û li Îraqê bidin, emê vê yekê tercîh bikin…”
Ev gotinên Erdogan pir vekirî û zelal tên maneya Tirkiye haziriya îşxala Kurdistana başûr û rojava dike.
Çimkî Erdogan dibêje ji dêlî ku ew li Tirkiyê û li Kurdistana bakur şerê PKKê û kurdan bikin, ewê herin têkevin Kurdistana başûr û rojava û şerê xwe li wir bikin.
Ev gotinên Erdogan pir tahlûke ne û îşarareta şerekî mezin e.
Heger bi rastî jî Tirkiye dînîtiyeke wiha bike ewê ne li ser kurdan tenê, li ser Tirkiyê jî pir buha rûne.
Wê demê dinya ewê baş îqna bibe heta Tirkiye perçe nebe û kurd negihîjin azadiya xwe û li herêmê Kurdistaneke serbixwe çênebe rehetî ji herêmê ra tuneye.
Bingeha bêîstîkrarî û tevliheviyên, şer û teşxelyên li Rojhilata nêz û navîn tunebûna dewleteke kurd e, bindestiya kurda ye. Heta kurd nebin xwedî Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe(ya jî çar Kurdistanan)li herêmê aramî ne mimkûn e. Gerek dinya êdî vê radtiyê bibîne û hêdî hêdî dibîne jî.
Kurd êdî îdareya wek berê, bindestiyê hew qebûl dikin. Dibê tirk û her kes êdî vê ratiyê bibînin.


Bi baweriya min gotinên Erdogan yên jor ne palawra û ne gefeke vala ye.
Bi rastî jî ji bo îşxala Kurdistana başûr û rojava Tirkiyê haziriyeke pir mezin kiriye û dike.
Û tu kes jî nikane li hemberî vê siyaseta Erdogan ya agresîv û şerxwaz derkeve.
Çimkî îro li Tirkiyê hêza li hemberî panturkîzmê û antî kurdîtiya Erdogan û Bahçelî rabe tuneye.
Lê wek min got, heger Tirkiye bi rastî jî êrîşeke wiha mezin bibe ser kurdên başûr û rojava Tirkiye ewê jahrê belav bike.
Kurd ewê ji ber tirkan nerivin, şerê ev sê sal in li hemberî çeteyên Tirkiyê û yên îslamî dikin, ewê li hemberî artêşa tirk jî bikin û yê têk biçe sedîsed ewê Tirkiye be.
Hêvî dikim tirk vê dînîtiyê nekin, heger bikin tiştê hat serê Îttîhatçiyan, Enver, Talat û Cemal ewê were serê AKPê û Erdogan jî. Ev sedîsed e.
Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne. Erdogan li viya digere…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE