14 augusti 2017

Ez ji merivê tembel hez nakim

Ez bûme heyranê disîplîn û îstîkrara Ahmet Onal.
Miheqeq yên wek wî pir in.
Lê wî bala min kişand.
Her sibe, lê belê bêyî îstîsna her sibe saet li dora 08.00-09.00a gava ez kompîtora xwe vedikim, dibînim Ahmet Onal berî min rabûye, xurîniya xwe kiriye, ya jî çay û qahwa xwe vexwariye û ya tiştek nivîsî ye ya jî belav kiriye.
Wek kalekî sibehan rabe nimêja sibê, her roj di eynî wextê da şiyar e, bala xwe daye rewşa kurdan û tirkan û karek kiriye.
Kêfa min pir ji merivê bi disiplîn û xwedî îstîkrar ra tê.
Ez ji merivê tembel qet hez nakim.
Merivê tembel merivê bêkêr e, xîç li ber çavê wî dibe çiya, hevalê xwe, der û dora xwe jî bi xwe ra tembel û bêberhem dike…
Li dinyayê halê yên tembel û yên karkir li ber çava ye, yên bi şev û roj xebitîne, xwe pir westandine, bê xew mane û di kar û bar da xwîdan vemaltine îro li heyvê û li ser stêrkan e, gelên wan di nava refahê da ne.
Û yên bûne tembelên Bexdayê du kevir nedane ser hev û ji nêza dimrin.
Ji bo em kurd azad bibin ji me ra kesên bi xîret, kesên fedakar û xwedî disîplîn û îstîkrar lazim in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE