19 augusti 2017

Ez ne dîn bûm te ez dîn kirim

Hezkir û evîndarên muzîka kurmancî, heger hûn dixwazin ji dengê keçeke kurd ya dengxweş li straneke bêemsal guhdarî bikin û wek min pê mest bibin fermo li Narîn Şekhe xanimê guhdarî bikin.
Min gotinên stranê jî ji bo xatirê we nivîsî ji bo hûn him lê guhdarî bikin û him jî vê stranê ji ber bikin.
Straneke ancax kanibe hewqasî ji dil û xweş were were gotin. Narîn xanimê îşev ev dilê minî kal rakir pêdarê. Min bi xanimê jî da guhdarîkirin, wê jî pir eciband.



Ez dîn nebûm te ez dîn kirim
lêlê dînê, lêlê dînê
hezkirinê te ez hîn kirim
tu yî navenda evînê
lêlê dînê, lêlê dînê
buharkenê xwînşîrînê
te nazikê navşermînê lê
di dilê te da disitirim
lêlê dînê, lêlê dînê
nehêle ez jê bifirim
tu yî melhema birînê
lêlê dînê, lêlê dînê
buharkenê, xwînşîrînê
tu yî sedema vejînê lê
bi hesreta te ez mirim
lêlê dînê, lêlê dînê
çilmisîbûm te ez şîn kirim
tu yî melheba birînê
lêlê dînê, lêlê dînê
buharkenê xwînşîrînê
te delalê navşermînê lê
dema li te dizivirim
lêlê dînê, lêlê dînê
bi hezkirina te disincirim
tu weke tava havînê
lêlê dînê, lêlê dînê
te delalê navşîrînê
hesreta dilê narînê lê
lêlê dînê, lêlê dînê
buhrkenê xwînşîrînî
hesreta dilê narînê lê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE