17 augusti 2017

Gelo referandûm dike were betalkirin?

Ez naxwazim îdîayeke, xebereke ne xweş bavêjim ortê û di nava kurdan da, di nava rêwîyên Hewlêrê yê 25ê îlonê da bibim sebebê bêmoraliyê û bêhêvîtîyê.
Lê îro bi qasî min ji xeberên li ser referandûmê fêm kir û netîceyên min ji hin gotin û îmayên di xeberan da derxist referandûm ewê were texîrkirin.
Min do bi lez û bi eşqeke mezin bilêta xwe kirî û li Noble Hotêlê 6 rojan jî cî veqetand.
Lê tiştên îro min xwendin û ji dostekî di nava meselê da bihîst, îhtîmala texîrkirina tarîxa referandûmê mezin e. Bi Bexdayê ra Bazara vê tê kirin.
Lê referandûm betal bibe jî û betal nebe jî min carê bilêta xwe kiriye, ezê di 23ê mehê da herim; heger asteng mezin dernekeve ya jî qeza û beleyak neyê serê min.
Di xebera Rûdawê da jî meriv sînyala betalkirina referandûmê dibîne.
Hêvî dikim texmîna min şaş be û referandûm di 25ê îlonê da were çêkirin.
Lê tiştê îro min fêm kir ev îhtîmal pir zeîf xuya dike.
Çimkî wa ye heyeta referandûmê 4 şart dane Bexdayê.
Maneya xwe ji bo paşxistina referandûmê bi Bexdayê ra birr û bazar tê kirin.
Yanî çêbûna referandûmê di 25ê îlonê da ne sedîsed e...
Ev xebereke qet nexweş e.
Dibê wiha nebûya.
Dibê serok, pêşeng û nûnerên kurdan ev şaşî û ecemîtîya siyasî nekirana. Dîplomasiya îro dikin berê kiribûna.
Ji ber rewş hîn ne diyar e, lema jî ez naxwazim ji nuha da li ser xeberên paşxistina referandûmê tu komentaran bikim.
Çimkî hîn îdîa ye…
Bes heger referandûm bi rastî jî were paşxistin ewê gelek netîceyên siyasî yên giran bi xwe ra bîne. Xelkê ji xwediyên vê biryarê hesabê vê yekê bipirse.
Careke din jî ez hêvî dikim texmîna min şaş be û referandûm di 25ê îlonê da were çêkirin û gelê kurd serxwebûna xwe îlan bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE