04 augusti 2017

Gurên di postê mîhê da

Siyasetmedarên tirk ji rûvî jî konetir û fêlbaztir in, gava zimanê zor û gefan pere neke, îcar dev diguherin û dest bi demagojiya ”nuha ne wexta referandûmê û serxwebûnê ye, dibê hûn hinekî din jî bipên” filan û bîvan.
Em zanin hemû partiyên tirk, bi çûk mezin, yên di meclîsê da û yên derî meclîsê li dijî referandûma serxwebûna kurdên başûr in.
Lê nuha, li gorî xebera Rûdawê berpirsiyarên CHPê û partiya Seadetê gotine ”ew ne li dijî serxwebûna kurdan e”, wek her miletî mafê kurdan jî heye bibin xwedî dewlet, lê belê nuha ne wext e, dibê kurd hinekî din jî bipên û referandûma 25ê îlonê betal bikin…
Lê negotine çima ne wext e û wext ewê kînga were?
Cigirê Serokê CHPê Ozturk Yilmaz gotiye:
 “Serxwebûn mafê her milletî ye. Me çi gotin ji bo vê yekê nîne û heta lazim e piştgiriya vê biryarê were kirin. Niha li gorî destûra Iraqê herêmeke kurdî hatiye avakirin. Lê di destûrê de bahsa wê yekê nehatiye kirin ku ev herêm bibe dewleteke serbixwe. Çi xalên wisa jî di destûrê de nînin. Ya rastî em vê pêngavê weke pêngaveke rast nabînin. Ev prose dê zirarê bide kurdan.”
Wek tê dîtin Ozturk Yilmaz her çiqas dibêje serxwebûn mafê her miletî ye, lê belê vî mafî ji bo kurdan heq û rewa nabîne, wî mafî dide hukûmeta Îraqê û destûra wê.
Dibêje di destûra Îraqê da nabêje kurd kanin serxwebûna xwe îlan bikin.
Yanî azadî û serxwebûna kurdan ne di destê kurdan da, di destê Bexdayê da ye, heta Bexda qebûl neke, mafê kurdan tuneye referandûmê çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Ozurtk Yilmaz merivekî dewleta kûr e, neyarê kurda yê sondxwarî ye û di her platformê da vê neyartiya xwe diyar dike.
Erê neyartiya xwe ya bi kurdan ra wek Devlet Bahçelî û Erdogan pir beloq neke jî lê belê bi qasî wan neyarê miletê kurd û serxwebûna kurda ye.
Ev neyarê kurdan di dema îşxala Mûsilê da konsulê Tirkiyê yê Mûsilê bû û bi Daîşê ra gelek dek û dolap gerandin.
Serokê partiya Seadetê Temel Karamollaoglu jî gotiye daxawza kurda ya serxwebûnê ”dibe ku daxwazeke rewa be”, lê belê nuha ne wext e, serxwebûna kurdan ewê Îraqê lawaz bike…
Li gorî Karamollaogluyê xwedêgiravî ne li dijî serxwebûna kurda ye, daxwaza kurda ya serxwebûna ne rewa ye, ”dibe ku rewa be !”
Temel Karamollaoglu gotiye:
“Dibe ku daxwaza xelkê wê herêma ya dewletbûnê, weke daxwazeke rewa were şirovekirin, lê em çiqasî perçe perçe bibin, em zêdetir dikevin bin bandora hinek aliyên din. Niha dewletên heremê xwedî hêzeke rasteqîn nînin. Em dibêjin bila hemû alî werin cem hev û em bi hev re bin. Lê belê biryara referandûmê ewê tenê bi kêrî kesên dixwazin vê heremê parçe bikin were…”



Erê Temel Karamollaoglu wek Devlet Bahçelî devê xwe pîs nake û xwe nermik nîşan dide, lê belê tiştên dibêje di naveroka xwe da ji yên Erogan û Bahçelî ne cudatir e.
Ew jî bi demagoiyeke ”nuha ne wext e” filan û bîvan li dijî serxwebûna kurda ye û dibêje heger kurd veqetin ewê qiyamet rabe, gelên herêmê ewê zirarê bibîne...
Tirk, ereb û faris xwedî dewlet in gelên herêmê ji vê yekê zirarê nabînin.
Filistîn bibin xwedî dewlet mafê wan e, rast e û perçebûn ne xerab e û zirarê nade kesî.
250 hezar tirk Qibrisê perçe bikin û bibin xwedî dewleteke serbixwe ew jî mafê wan e, perçebûn ne xerab e.
Lê belê ji bo 6-7 milyon kurdên başûr serxwebûn şaş e, ne baş e, ewê zirarê bide gelên herêmê, filan û fîşmekan…
Wek min li jor jî got, gava zor û gefên wan pere neke, îcar taktîkên xwe diguherin û dest bi neyartiyeke nermik dikin.
Lê naverok her eynî ye, yên êrîşkar û tehdît dikin jî û yên bi zimanekî nerimik dibêjin ”nuha ne wext e” jî naxwazin kurd bibin xwedî dewlet, naxwazin dewleteke bi navê Kurdistanê çê bibe…
Yanî  Ozturk Yilmaz û Temel Karamollaoglu gurên ketine postê mîhê, bes ji zûrîna wan meriv dibîne ew gur in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE