02 augusti 2017

Hûn xwe bidirînin jî hûnê Kurdistana serbixwe bibînin

Ne tenê AKP, MHP, CHP û serok û birêvebirên van partiyan li dijî referandûmê û serxwebûn kurdên başûr in.
Dijminên me pir in…
Perînçek û aydinlikçî di serî da, hema hema hemû rast û çep û dîndar û faşîstên tirk ji tirsa çêbûna Kurdistanê û dewleteke kurd ya serbixwe dikin biqutifin, ji nuha da agir ketiye qûna hemûyan, qareqara wan e dibêjin Emerîka dike Îsraîleke din çêke…
Ew bi xwe di himêza Emerîka û Îsraîl da rûniştine.
Heta bi derpiyê qûna leşkerên wan ji Emerîka û NATO yê.
Çekên pê kurdan dikujin hemû yên Emerîka û Îsraîl in.
Balafirên pê kurdan bombebran dikin hemû yên Emerîkane.
Gava Emerîka û Îsraîl dostê wan bin, sîlehan bidin wan û dijmnatiya kurdan bikin baş e.
Lê gava bibin dost û hevalbendên kurdan xerab e…
Tiştê ji wan ra heq û şeref e, ji kurdan  ra eyb û qebhet e.
Rast, çep û dîndarên wan kurdan bi hevalbendiya Emerîka û Îsraîl sûcdar dikin.
Kuro kurd hîn nebûne mitefikên Emerîk û Îsraîl, lê hûn ev 65 sal in tirşikçîyê Emerîkayê ne.
Hûn çi derewê û demagojiyê bikin jî, hûn qûna xwe jî biçirînin jî Kurdistanê di ber pozê da çê be û ewê welatekî ji we demokratîktir û medenîtir be.
Kurd di demeke pir kin da ewê sed qatî ji we medenîtir û pêşketîtir bin.
Kurdistan bi her tiştê xwe ewê bibe welatekî pêşketî, demokratîk û modern.
Hûnê ji vê pêşketin û demokrasiya kurdan biteqin, hûnê ji qahra porê xwe birûçikînin…
Hûn çi bikin jî hûnê vê pêşketina kurdan bi çavên xwe bibînin û ji qahran biteqin, merezarî û kezebreşî bibin…
Ji nuha da ev tirsa Kurdistana demokratîk û modern ketiye dilê we  tirkan…
Lê hûn çi bikin jî hûnê vê Kurdistanê bibînin…
Û ev xerabiya we jî ewê ji we ra bimîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE