18 augusti 2017

Îlankirina serxwebûnê girêdayî hêza me ye

Heger em bikanibin li her çar perçên Kurdistanê jî heqê me heye bêyî çêkirina referandûmê em serxwebûna xwe îlan bikin.
Li tu beşekî Kurdistanê jî ne hewceyî referandûmê ye.
Çimkî me bi referandûmê bindestiya Îranê, Sûriyê, Tirkiyê û Îraqê qebûl nekiriye ku em bi referandûmê jî ji wan veqetin.
Her çar dewletan jî bi darê zorê welatê me dagir kirine û em kurd jî kirine bindest û koleyên xwe.
Lema jî ji bo serxwebûnê di esasê xwe da ne hewceyî referandûmê ye jî.
Lê em nikanin hêzên dagirker bi zor ji welatê xwe dexin.
Çimkî qeweta me têrê nake.
Yanî mesela me ne heqî û neheqî ye.
Em referandûmê jî çênekin em sedîsed bi heq in.
Lê mesele em nikanin vê biheqbûna xwe realîze bikin.
Heger kurdan bikanîbûya dewleta Îraqê ji welatê xwe derxistana bêguman ewê referandûm çênekirana, lê nikanin.
Lema jî li piştgiriya huqûqî, yasayî, siyasî û dîplpmatîk digerin.



XXX
Şêwirmendê Mesûd Barzanî Hêmin Hewramî îdîayên betalkirina referandûma serxwebûnê ya 25ê îlonê red kiriye û gotiye, ”referandûm bi tu hawî nayê paşxistin û tarîxa wê jî wek hatiye diyarkirin 25ê îlonê ye.”
Şêwirmendê serok Mesûd Barzanî Hêmin Hewramî, li ser daxwazên betalkirina referandûmê gotiye:
"Em jî dibêjin dîroka 500 salan a Kurdistanê serok Barzanî dubare nake û referandûm bi tu şêweyî nayê paşxistin. Heya em nebin xwediyê dewleteke siyasî, em nikanin bibêjin em miletekî siyasî ne. Ji ber ku em ne xwedîyê dewletek serbixwe ne em nikanin peymanên leşkerî çê bikin. Ji bo vana jî lazime em bibin xwediyê dewletek serbixwe."
Ev xebereke xêrê û û dilxweşkir e. Hêvî dikim bingeha xebera do tunebe û referandûmê neyê betalkirin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE