17 augusti 2017

Ji bo bibim şahidê rojeke tarîxî difrim Hewlêrê

Ji bo bibim şahidê referandûma 25ê îlonê û pîrozbahiyên serxwebûnê bi çavên xwe bibînim, wê atmosferê bijîm di 23ê îlonê da difirim Hewlêrê...
25ê îlonê, li Kurdistana başûr roja referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.
Ev roj di tarîxa kurdan da bêguman rojeke pir muhîm û tarîxî ye. Kurd bi îrada xwe ya azad dikin bibêjin ew serxwebûnê, veqetandina ji Îraqê dixwazin ya na?
Gelşên di nabêna aktorên biryara referandûmê û vê rojê dane û kêmasiyên siyasî tu carî muhîmî û tarîxiya vê rêjê kêm nake.
25ê îlona 2017a di tarîxa kurdan da rojeke krîtîk û tarîxî ye…
Bûna şahid û çavdêrê vê roja û bûyera tarîxî xweş e, hestekî bêemsal e…
Ji bo hinekan roja 25ê îlonê, roja referandûma serxwebûna beşekî Kurdistanê ne muhîm be jî ji bo min bûyereke, rojeke pir îstîsna ye, pir muhîm e û lema jî ez dixwazim wek kurdekî wê rojê li paytexta Kurdistana azad, li Hewlêrê bim.
Gava min bihîst ji Stockholmê hin dost û heval diçin Hewlêrê, min jî do bi alîkariya hevalekî bi lez bilêta xwe birrî; di 23ê îlonê da em çend nas û dost ji Stockholmê bi hev ra diherin Hewlêrê.
Hêvî dikim heta roja referandûmê partiyên kurd gelşên nabêna xwe çareser bikin û di referandûmê da ez bibim şahidê netîceyeke baş; di referandûmê da ji sedî 99ê kurdan bibêjin erê em serxwebûnê dixwazin!



XXX
Hukûmeta AKPê Heskîfê, tarîx û mîrata herî kêm 12 hezar sal kevn bi dînamîtanji ortê radike.
Hukûmeta AKPê bi hovîtîyeke nedîtî Heskîfê ji ortê radike çimkî Heskîf ne ya wan e, çimkî Heskîf ne li Tirkiyê li Kurdistanê ye.
Dewleta tirk û hukûmeta AKPê her tiştê girêdayî kurdan û Kurdistanê bi zalimî û bi bêûjdaniyeke nedîtî, eynî wek Daîşê bi dînamîtan tarûmar dike.
Ev dewlet, ev hukûmet ne tenê neyarê miletê kurd e, neyarê tarîx û coxrafya kurdan û Kurdistanê ye jî, dixwaze li Kurdistanê ji kurdan û tarîxa kurdan berhemek, şopeke herî biçûk jî nemîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE