10 augusti 2017

Ji bo dagirkirina Kuristana rojava Tirkiyê ji Rûsyayê jî destûr negirt.

Li gorî rojnamevanê tirk Murat Yetkîn, ji bo êrîşa ser PYDê û dagirkirina Kurdistana rojava Erdogan ji Pûtîn jî destûr negirtiye.
Rojnamevanê tirk Murat Yetkîn di nivîsa xwe ya 9ê mehê ya di rojnameya Hurrîyetê da gotiye piştî Emerîkayê Rûsya jî dixwaze PYD wek hêzeke muxalif ya meşrû beşdarî civînên Astanayê bibe.
Murat Yetkîn, di nivîsa xwe da bal kişandiye ser vê şêla Rûsyayê û gotiye di mesela êrîşa ser PYDê û dagirkirina Efrînê da îşê Tirkiyê pir zor e.
Murat Yetkîn dibêje piştî Emerîkayê, Rûsya jî dixwaze PYD wek hêzeke muxalif ya meşrû were qebûlkirin û ew jî beşdarî civînên Astanayê bibe.
Li gorî Murat Yetkîn nivîsîye, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ev dîtina xwe di 6ê mehê da li paytexta Filîpînê li Manîlayê ji wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ra gotiye.
Lê Çavuşoglu li dijî vê daxwaza Lavrov derketiye û gotiye ”ev xeta me ya sor e, em wek Tirkiye tiştekî wiha qebûl nakin.”
Do li Tahranê di nabêna Tirkiyê, Rûsyayê û Îranê da civînan dest pê kirin.
Mesela beşdariya PYDê û planên Tirkiyê yên dagirkirina Efrînê miheqeq di vê civînê da jî ewê werin rojevê û Rûsya û Tirkiye ewê werin hemberî hev.
Wek tê zanîn Tirkiye sedîsed li dij e PYD beşdarî civînên Astanayê û Cenewreyê bibe…
Çimkî li gorî Tirkiyê PYD jî wek PKKê hêzeke ”terorîst” e û gerek Rûsya jî PYDê wek terorîst qebûl bike.
Esas derdê Tirkyê bi kurdan ra ye, dixwaze kurd wek aliyekî serbixwe neyên qebûlkirin û beşdarî civînan nebin. Lê ji ber ku PYD hêza herî xurt e bela xwe di PYDê dide.
Di dewsa PYDê da hêzeke din jî hebe Tirkiye ewê eynî tiştî bibêje û dîsa jî qebûl neke kurd li Sûriyê bibin xwedî maf û statu.
Lê Rûsya wa ye ne bi siyaseta Tirkiyê ra ye, dixwaze PYD jî wek hêzeke muxalif beşdarî civînên Astanayê û Cenewrê bibe.
Lema jî îşê patron pir zor e, mixabin ewê nikanibe Efrînê dagir bike.
Efendî pir zû radibe pêdarê, kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan pir zû dide der, lê belê pir ecele dike, viya bêdestûr dike…
Êrîşî ser PYDê û Kurdistana rojava bêyî destûra Emerîka û Rûsyayê nabe. Rûsya detûrê nede Tirkiye nikane balafirekê jî rake, heta nikane guleyekê jî bavêje ji kurdan da.
Gava meriv bêyî destûra Rûsyayê û Emerîkayê fortên êrîşan û dagirkirinê bide xwe, xelk meriv wiha pîs dike.
Erdogan çend roj berê bi zimanekî eşkere got di rojên pêş da ewê Kurdistana rojava û başûr îşxal bikin û di vî warî da wan hemû haziriyên xwe kirine. Erdogan di wê axaftina xwe da wiha gotibû:
”Bi Hereketa Mertalê Ferêt xencera me li Sûriyê xist dilê projeya tevgera terorê, bi hemleyên nuh emê berfirehtir bikin, di vî warî da em xwedî biryar in. Di demeke pir nêz da di vî warî da emê gavên nuh û pir muhîm bavêjin. Mesela Sûriyê ji zû da ye ji çarçeva sînorên terorê derketiye. Ji dêlî ku em bedelê senaryoyên dixwazin serxwebûn(îstîqlal) û pêşeroja(îstîqbala) me xera bikin li welatê xwe bidin, emê li Sûriyê û li Îraqê bidin, emê vê yekê tercîh bikin…”
Wek tê zanîn çend roj berê Erdogan bi zimanekî pir zelal sînyala dagirkirina Kurdistana rojava û başûr dabû, gotibû di vî warî da ew xwedî biryarin û di demeke pir nêz da ewê êrîşê bibin ser Kurdistana başûr û rojava.
Erdogan wiha gotibû:
”Bi Hereketa Mertalê Ferêt xencera me li Sûriyê xist dilê projeya tevgera terorê, bi hemleyên nuh emê berfirehtir bikin, di vî warî da em xwedî biryar in. Di demeke pir nêz da di vî warî da emê gavên nuh û pir muhîm bavêjin. Mesela Sûriyê ji zû da ye ji çarçeva sînorên terorê derketiye. Ji dêlî ku em bedelê senaryoyên dixwazin serxwebûn(îstîqlal) û pêşeroja(îstîqbala) me xera bikin li welatê xwe bidin, emê li Sûriyê û li Îraqê bidin, emê vê yekê tercîh bikin…”
Lê wa ye piştî Emerîkayê, Rûsya jî destûrê nade Tirkiye êrîşê bibe ser YPGê û kurdên rojava.
Ji ber ku Erdogan wek merivekî panturkîst, irqçî û faşîstekî gelkî neyarê kurdan gelekê caran bêyî ku destûrê ji mezinên xwe bigre haziriyên dagirkirina rojava dike û di vî warî da beyanan dide.
Lê dû ra ya Rûsya ya jî Emerîka beyanekê didin û dibêjin ”hela hinekî hêdî bajo lo…”, li ser vê balona serokê esra 21ê Recep Tayyip Erdogan diteqe.
Heta nuha gelek caran em bûne şahidên bûyerên wiha…
Bi qasî xuya dike îcar jî Pûtîn ji serokê esra 21ê Recep Tayyip Erdogan ra dibêje ”hinekî giran be û hedê xwe bizanibe. Min destûreke wiha nedaye te, tu êrîşî kê dikî, tu çawa kanî Efrînê dagir bikî?”


Welahasilî kelam hesabê şaş îcar jî ji bal Pûtîn vegeriya…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE