03 augusti 2017

Kêmaqiliyê meriv bi xwe hilnabijêre




Kêmaqilîyê meriv bi xwe hilnabijêre, kêmasiyeke ji makzayî da ye, lema jî meriv kane bibêje kêmasîye lê belê ne sûc e.
Lê problem kêmaqil bi kêmaqiliya xwe nizane û xwe pir biaqil hesab dike û tiliya xwe dike her qulikê, di cî da, ne di cî da xwe tevî her tiştî dike.
Bi pirs û peyvên xwe yên ne li rê û kêmaqil hevalê xwe û xelkê nerehet dike. Û viya fêm jî nake.
Xwezî wek biaqilan kêmaqilan jî xwe nas bikirana û hedê xwe zanîbûna û bi pirs û gotinên xwe yên ne li rê xelk nerehet nekirana...

XXX

Yê xelkê rez û bexçe heye, yê min feqîrî here were du darên min, yek ya sêvê ye û yek jî ya gêlazê(giryazê)ye.
Min û xanimê îro zend û bendên xwe vemaltin û gêlazên xwe top kir.
Qey îsal dinya zêde germ bû, hemû kemilî bûn, wek gulê sor bûbûn.
Gêlazên me zêde tirş in, lema em naxwin, xanim her sal ji me ra dike rîçal.
Xanim derman, mermanan tevê nake, rîçala wê sedîsed ekolojîk e, bi qasî hingivê Bedlîsê bi lezet e.
Bawer bikin ji tahm û lezeta wê meriv tiliya xwe pê ra dixxwe…
Ê helbet ewê wiha be, rîçala gêlazên dara Zinrê Xamo û bi dest û hostayiya Hêviya Xamo were çêkirin ewê wiha lezîz be…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE