02 augusti 2017

Kurdayetiya min û navê min cara pêşî feyde gîhand min



Di çûn û hatina Îtalyayê da ez û xanim du şevan li Swêd li bajarê Malmo li otela Quality Wiev man...
Di vegerê da em çûn resepsiyonê ji bo ku kilîta oda xwe bigrin. Resepsiyonîst keçikekek narîn bû.
Me nav û paşnavê xwe jê ra got. Li lîsteya li ber xwe nêrî, navê min û xanimê îşaret kir û bi rûgeşiyeke gelkî şîrîn got:
”Navên we çi xweş in !”
Min got:
”Tu kurd î ?”
Got ”erê, ez kud im.”
Min got ”tu ji ku yî ?”
Got, ”ez ji Îraqê ji Şêxan im.”
Min got, ”wê demê tu êzdî yî.”
Got, “erê. Ma tu jî êzdî yî?”
Min got na, ez ne êzdî me, lê hema min jî êzdî qebûl bike.”
Bişirî, spas kir.
Min navê wê pirsî, got navê min Hêlîn e…
Min got, navê te jî pir xweş e. Bi vê rasthatinê û bi naskirina te ez pir dilşa bûm.
Got oda we li qatê 5a ye, heger hûn bixwazin ez kanim odeyek li qatên jortir bidim we.
Ez keniyam, min got ewê gelkî baş be. Ev cara pêşî ye navê min û nasnameya min feydeyê digihîne min,lema jî ez vê fersendê ji dest xwe bernadim. Heger ji te ra zirar tunebe odeyek din bide me.
Xanimê got ne muhîm e, filan, min got na, heger cî heye bira bide me.
Welhasilî kelam Hêlîn xanimê oda me guhert, li qatê 14a odeyeke pir xweş da me…
Bi vî rengî kurdayetiyê û navê min cara pêşî feyde gîhand min…
Spas ji bo keça êzdî Hêlîn xanimê…



XXX
Facebookê qebûl nekir ez hemû rismên xwe di dosyekê da biweşînim, got tu kanî 42 heban tenê bi hev ra biweşînî. Lema min rabû hemû risim kirin 7 dosya û wer weşand.
Belkî jî riyeke din heye meriv gelek risim bi hev ra biweşîne, lê ji ber ez nezanim min ev rê hilbijart.
Min xwest hûn jî bibînin bê em çûne ku û me çi der û warên xweş dîtin.
Heger em jî ne bindest û xwedî dewlet bûna nuha welatê me jî pir hindik wih axweş bû,
Lê zalimên tirkan nahêlin em azad bijîn û li welatê xwe azad bigerin.
Înşelah emê jî di demek nêz da rojên wiha xweş bibînin...

1 kommentar:

  1. Xalo, ez tim dibejim; ji bo ku kurdi peshbikeve dive kurdi pere bike yan na peknakeve.

    Heke sibe bejin e ku dixwaze bibe memur dive kurdi ji bizanibe, ve deme kudi e pesh bikeve.

    SvaraRadera

PARVE BIKE