12 augusti 2017

Li Kurdistana başûr tevliheviya siyasî berdewam e

Min wer hêvî dikir ji civîna Goranê ewê biryara bi paşxistina(taloqkirina)referandûmê dernekeve.
Lê li gorî Rûdaw dinivîsîne Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goran Şêrwan Îbrahîm ji Rûdawê ra gotiye wan ”biryar daye bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê)  ra bicivin û referandûma serxwebûnê jî bihêlin piştî aktîfkirina meclîsê û çêbûna yekîtiya netewî.”
Ev xebereke xembar û qet ne baş e û gelşeke ji êrîşên dijmin mezintir e.
Ez pir xemgîn bûm...
Ji bo ku ji referandûmê rêjeyeke bilind derkeve dibê di nabêna kurdan da yekîtî hebe û kurd li hev bin.
Goran li dijî referandûmê nexebite jî ev gelşa siyasî pir hindik ewê tesîreke negatîf li netîceya referandûmê bike.
Tirkiye, Îran û Îraq ewê ji vê dubendiya di nabêna kurdan da miheqeq sûdê bigrin û heta bi hin provakasyonan kurdan jî bera pêxîla hev bidin.
Ji bo kar û prowakasyonên wiha kurdên kêmaqil û kurtêlxur pir in. Û ya xerab zemîn jî ji karên xerab û prowaksyonan ra heye.
Lê gava di nava kudan tifaq û yekîtî hebe zemîn û îhtîmala prowaksyonan jî kêm dibe.
Ez hêvî dikim PDK û YNK berî referandûmê vê problemê çareser bikin û bi van gelşan ra neçin referandûmê, kes û hêzên li dijî referandûmê daxin dereceyeke marjînal.
Li alî din li hemberî kesên muxalif, kesên li dijî referandûmê bikaranîna zor û şîdetê qet ne rast e û nayê taswîpkirin.
Dibê PDK û YNK zor û şîdeta li hemberî kesên muxalif mahkûm bikin.
Li Kurdistanê di nava gel da cahil û kesên xwenezan û heta provakatorên dewletên neyar pir in, di bin xêliya welatparêzîyê da kanin gelek tiştên ne xweş bikin.
Lê belê hukûmeta Kurdistanê û berpirsiyarên PDKê û YNKê dibê ji nuha da şîdeta li hemberî kesên muxalifê referandûmê rexne û mahkûm bikin.
Li hemberî muxalifên referandûmê û heta li hemberî kesên li dijî serxwebûna Kurdistanê ne jî dibê metoda me ne zor û lêdan, micadele û şerê îdeolojîk û siyasî be.
Gerek em demokrasiyê ji dijminên xwe tenê nexwazin, dibê di îktîdara xwe da em bi xwe jî demokrat bin û demokrasiyê ji bo muxalifên xwe jî wek mafekî esasî bibînin û qebûl bikin.

XXX
Ziman bi xwe biçûk e lê bela wî mezin e. Lema jî pêşiyên me gotine zimano leqleq, seriyê teqreq.
Yanî ziman kanibe bi xwe serî ewê rehet bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE