14 augusti 2017

Li ser psîkolojiya bindestiyê

-Li cîhanê tu kes nikane bibêje ku ev nîjad (irq)hêja ye û ev jî nehêja û bêqîmet e. Lêdana mohreke wiha ne rast e. Kesê xwe ji nîjadeke hêja û mezin dibîne, ne hêja û ne mezin e.
Û kesê xwe bêqîmet dibîne jî tenê qurbanê cehaletê ye; efendiyên wî xistine serê wî ew bêqîmet û ne hêja ye..
///Gandhî
Wek Gandhî jî gotiye tirkan li me kurdan eynî wisa kirine, mezinahiya xwe û zimanê xwe bi gelek kurdan dane qebûlkirin.
A ji ber vê ye gelek kurd rehettir dev ji kurdî berdidin û rehettir asîmîle dibin. Ji bo serketina asîmîlasyonê qebûlkirina mezinahiya dijmin pir muhîm e.

XXX
Konfuçyus (BÎ 479-551) gotiye, ”zanîn meriv ji şikê, çêyî ji êşkişandinê, biryardarî ji tirsê xelas dike.”
Rast e, hersê xusûsiyet û wesf jî meziyetên gelkî baş in.
Zanîn dilê meriv rehet dike, meriv ji şikê û ji dudiliyê xelas dike.
Çêyî jî xusletekî gelkî baş e, meriv tu carî jê xerabiyê nabîne. Pêşiyên me gotine çêyê bike bavêje bahrê, masî nebîne Xaliqê bibîne.
Biryardarî jî baş e, biryara herî xerab ji bêbiryariyê çêtir e. Bêbiryarî serneketina ebedî ye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE