07 augusti 2017

Meriv tahtîlê naçe Tirkiyê û perê xwe nade neyarên qewmê xwe

Mecbûrîyet ne tê da, ji bo gerr û seyranê meriv naçe Tirkiyê û perê xwe nade van neyarên qewmê xwe.
Hevalekî çûbû welêt û hatibû do ji min ra qal çavdêriyeke xwe ya balafirxaneya Stonbolê kir, got, polîsên balafirxanê bi min ra du kurdên Kurdistana rojava jî girtibûn. Lê belê tiştê min dît li gorî min, li hemberî wan pir bi kîn û nefret hereket dikirin.
Got min xwest ji wan ra tercumaniyê bikim, feqet qebûl nekirin û herdu jî paş da şandin.
Min ji bîr kir bipirsim ji kîjan welatî hatibûn.
Di dema avabûna Kurdistana başûr da li hemberî kurdên başûr jî wiha har bûn, di çûn û hatina kurdên başûr da heta ji wan dihat heqaret li wan dikirin û ji wan ra gelek zor û zahmetî derdixistin.
Çimkî statuya kurdan wek şîlekî, wek striyekî ketibû çavên wan. Ev kîn û nefreta xwe bi vî rengî nîşanî kurdan didan.
Diyar e nuha jî eynî tiştî li hembrî kurdên Kurdistana rojava dikin.
Dibînin azadiya kurdan di rê da ye, pir nêz e.
Ev yek wan gelkî nerehet dike.
Lema jî wek gurên har qîlên xwe nîşanî kurdên rojava didin.
Mecbûrîyet ne tê da, ji bo gerr û seyranê meriv naçe Tirkiyê û perê xwe nade van neyarên qewmê xwe.
Ma li dinyayê welat nema?
Bi Xwedê tirk di otêla 5 stêrk da belaş jî min biezimînin ez naçim Tirkiyê û di nava vî qewmê neyarê xwe da tahtîla xwe derbas nakim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE