19 augusti 2017

Merivê bêdewlet wek kesê bênasname ye

Hemû nîjadperest, faşîst, heta tirkekî normal, yê ne faşîst jî gava navê Kurdistanê dibihîze, gava kurdek jê ra dibêje ez ji Kurdistanê me, ya jî welatê min Kurdistan e di cî da har dibe, wek dînan çav li serî dilîze, kef û kopik bi dev dikeve û ji kurdê hemberî xwe ra dibêje:
-Kurdistan li ku ye? Welatekî bi navê Kurdistanê tuneye. Ka nîşanî min bide Kurdistan li ku ye, filan bîvan…
Hema ji bo xatirê em ji vê pirsê, ji heqareta, ji tacîza ”welatekî bi navê Kurdistanê tuneye” tenê xelas bibin jî gerek Kurdistana azad çê bibe û em kurd bibin xwedî dewlet…
Û avakirina vê dewleta kurd jî wa ye li başûrê Kurdistanê dest pê dike...
Siraceddîn Kirici di vê nivîsa xwe ya ” Rûpela Nû” da qala bûyereke wiha kiriye.
Tirkekî ji bo ku Siraceddîn gotiye ez ji Kurdistanê me har bûye û xwestiye ew Kurdistanê nîşanî wî bide.
Ev tişt hetiye serê her kurdî.
Tirk gava navê Kurdistanê dibihîzin bi cuzbê dikevin.
Navê Kurdistanê bi tirkan ra nexweşiyeke patalojîk peyda kiriye. Ji bo tirk ji vê nexweşyê xelas bibin û bibin merivên normal dibê Kurdistan çê bibe.
Hema ji bo xatirê em ji heqareta, ji tacîza ”welatekî bi navê Kurdistanê tuneye” tenê xelas bibin jî gerek Kurdistana azad çê bibe û em kurd bibin xwedî dewlet…
Merivê bêdewlet wek kesê bênasname ye, kes nizane ji ku ye, ji çi miletî ye....

XXX
Nivîskarê rojnameya tirkî Yeni Şafakê û rîsipî û aqilmendê AKPê û xwedêgiravî Profesorê îlahiyetê Hayrettin Karaman gotiye:
”Ji merivê gawir dost, ji berêz/xenzîr post çênabe.”
Hayettin Karaman merivekî tirkekî rastgo ye, qet oportunîstiyê nake, tirkek di hundurê da çawa difikire, îslam çi emir dike bêyî ku takîye bike raste rast wiya dibêje.
Bi vê gotina xwe jî ya dilê tirkan gotiye, çend tirkên çep û ataîst ne tê da, miletê tirk bi rastî jî wiha difikire, li gorî miletê tirk jî, ” merivê gawir nabe dost, postê berêz nabe post.”
Kahraman wiha dibêje lê belê herî kêm 6-7 milyon tirkên wê li welatên gawiran nanê gawiran dixwin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE