18 augusti 2017

Miletê ji zimanê xwe qut bibe xusûsiyeta xwe ya miletbûnê wenda dike

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirimê heramzade, kurdê bûye nîjadperestekî tirk li ser asîmîlasyonê û girîngiya zimên gotiye:
”Miletê zimanê xwe wenda bike hafiza xwe, xusûsiyeta xwe ya miletbûnê wenda dike. Heta baweriya xwe jî wenda dike. Civatên têkiliyên wan bi zimanên wan ra zeîf dibin bi wextê ra dibin kerî, dibin mustemleke û nasnameya xwe wenda dikin. Gava em li tarîxa dinyayê û ya Tirkiyê binêrin em kanin gelek numûneyên vê yekê bibînin…”
Bi van gotinên xwe Bînalî Yildirim ji kurdan ra dibêje li zimanê xwe xwedî derkevin, asîmîlasyonê qebûl nekin. Miletê zimanê wî ji dest here dibe nasnameya xwe wenda dike, xusûsiyeta xwe ya miletekî cihê wenda dike.
Ev rast e, tiştê tirkan û dewleta Bînalî Yildirim aniye serê kurdan ev e, bi riya asîmîlasyonê kurd kirine kerî û miletekî bênasname.
Lê ez ji Bînalî Yildirm ra tiştekî nabêjim, mêrik carê bûye nîjadperest û neyarekî qewmê xwe.
Lê ez van gotinên Bînalî Yildirim diyarî hemû kurdên dev ji tirkî bernadin, hemû kurdên AKPê yên xwedêgiravî hîn jî ji xwe ra dibêjin em kurd in, dikim.
Bînalî Yildirim pir vekirî gotiyr, bi asîmîlasyonê, bi yasaxkirina perwerdeya bi kurdî dixwaze kurdan bike miletekî bêhafize, miletekî kerî û mustmlekê tirkan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE