14 augusti 2017

Miletê zimanê xwe wenda bike ew jî mahkûmê wendabûnê ye…



Miletek hatibe zincîrkirin,
dora wî hatibe girtin,
dengê wî hatibe birrîn jî
ew hîn azad e.
Her tiştê wî ji destê wî bigrin,
heta maseya li ser xwarinê dixwe,
nivîna tê da radikve jî jê bigrin,
ew dîsa dewlemend e.
Lê miletek him xizan û him jî bindest e,
gava zimanê wî were dizîn.
Ew milet êdî wenda ye.
///Îgnazio Buttîtta
Şair û hozanê Sicîlî
Werger Zinarê Xamo
2012-08-14

Tu dibêjî belkî camêr li halê me kurdan nêrî ye û ev şiîr nivîsî ye.
Em kurdên Kurdistana bakur li ber wendabûnê ne, her roj bi sedan kurd dihelin, dibin tirk. Her kesê biaqil vê felaketa hatiye serê kurdan dibîne. Yê nebîne zir dîn e…
Miletê zimanê xwe wenda bike ew jî mahkûmê wendabûnê ye…

XXX
Dilê delodînî û aqilê biaqil...
Fîlozofê fransî yê bi nav û deng Pascal, li ser ”dilê dîn û aqilê biaqil” gotinek pir xweş kiriye, camêr gotiye, “Hin sebebên dil yên mexsûsî xwe hene, aqil tu carî nikane wan fêm bike..”
Ê ji xwe dema aqil ji dil fêm bike, ya jî gava dil gurra aqil bike wê demê dil ne tu dil e...
Dilê gurra aqil bike, têkeve binê emir û tahakum û sansora aqil ne dilê dildara yê delodînî ye.
Çawa azadî sansorê qebûl nake, dilê bi rastî dil be jî ji ezmanan kevir û kuçik bibarin jî guh nade temî û şîretên aqil…
Lê dilên guh didin aqil û gurra wî kalê zemanan dikin her tim ji dilên dîn zêdetir in…
Ev jî trajediyeke dil e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE