15 augusti 2017

Nasyonalîzim bi tirkan ra xurt e û bi kurdan ra zeîf e

Di mesela kurdan da tirkan hemû îdeolojî, fikir û bawerî pûç û bêmane kirine.
Rast, çep, dîndar, sosyaldemokrat, lîberal û faşîstên wan gava mesele dibe kurd û Kurdistan hemû pir rehet tên ba hev û wek cepheyeke irqçî û faşîst hereket dikin.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî merivekî Faşîst e.
Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan îslamîstekî panturkîst e.
Cîgirê serokê CHPê Ozturk Yilmaz sosyaldemokrat e.
Serokê partiya VPê Dogu Perînçek çep û komunîst e.
Fetullah Gulen xwedêgiravî ”alimekî”  îslamîst e.
Meriv kane numûneyên bi vî rengî gelkî dirêjtir bike, lê belê ne hewce ye.
Ev kesên min navên wan li jor rêz kirin xwedêgiravî her yek xwedî îdeolojî, fikir û baweriyên ji hev cihê ne.
Û gerek di mesela kurd û Kurdistanê da jî hemû wek hev nefikiriyana û li hemberî kurdan her yek xwediyê şêl û siyaseteke cihê bûya.
Lê ne wisa ye. Di mesela kurd û Kurdistanê da hemû dijayetiyên xwe yên îdeolojîk, fikrî, siyasî û hizbî û şexsî didin aliyekî û li hemberî kurdan wek hemû xwedî yek îdeolojîyê û fikrê bin hereket dikin.
Çimkî hemû jî nasyonalîst in, ji ber ku nasyonalîst in li hemberî me dibin yek.
Tiştê li ba kurdan kêm e ev e, kurd ne nasyonalîst in, dibê ev îdeolojî bi kurdan ra were xurtkirin.
Tu dibêjî belkî hemû xwediyê eynî îdeolojiyê û siyasetê û endamên yek partiyê ne û lema jî pir bi hêsanî li hemberî kurdan dibin yek.
Bêyî çend kesên demokrat û dostên kurdan nuha li Tirkiyê hûn ji kîjan partiya tirk û siyasetmedarê tirk bipirsin ewê li dijî serxwebûna kurdên başûr derkeve û yekîtiya Îraqê û Sûriyê biparêze.
Yanî li Tirkiyê gava mesele dibe kurd û Kurdistan nasyonalîzima tirk hemû ferqîyetên îdeolojîk, fikrî, dînî û siyasî ji ortê radike û tevayiya hêzên siyasî  li hemberî kurdan dike yek.
Lema jî li Tirkiyê nasyonalîzma tirk di ser her îdeolojiyê û baweriyê ra ye.
Lê yê me kurdan ne wiha ye.
Di nava kurdan da nasyonalîzma kurd, welatparêzî hîn hewqasî xurt nebûye.
Kurd hîn kurdperweriyê, welatparêziyê di ser îdeolojiyên dînî, siyasî û berjewendiyên şexsî û partiyan ra nagrin.
Ev yek bi piranî wiha ye.
Ji ber wiha ye lema jî li Kurdistana başûr, rojava û bakur di nava partî û hêzên siyasî da hevkarî û yekîtiye netewî tuneye.
Dijminên me jî vê nuxteya me ya zeîf wek Paniya Aşîl ya me dibînin û bi kar tînin, jê feydeyê dibînin.
Heta nasyonalîzma kurd di nava kurdan da xurt nebe û zora hemû îdeolojî û dijayetiyên siyasî û dînî nebe yekîtî mekîtî xeyal e...




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE