14 augusti 2017

Netanyahû: Em li Îraqê piştgiriyê didin Kurdistaneke serbixwe

Li gorî Gazete Duvar dinivîe û rojnameya The Jerusalem Postê jî wek çavkanîya xebera xwe nîşan dide, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li Emerîka ji endamên Kongreyê ra gotiye:
”Kurd cesûr in û civateke bi cîhana rojava ra xwedî nirxên mişterek in. Gerek em destegê bidin wan. Em piştgiriyê didin li Îraqê dewleta Kurdistanê ava bibe.”
Netanyahû bi rastî ev beyan daye ya nedaye ez nikanim teyid bikim. Lê heta nuha gelek caran berpirsiyarên Îsraîl beyanên wiha dane.
Bi baweriya min heger li başûr kurd yekîtiya xwe çêkin, meclîsa we vekin û bi bi yek dengî serxwebûna xwe îlan bikin Îsraîl jî û dewletên din jî hêdî hêdî ewê serxwebûna kurdan qebûl bikin.
Ya muhîm tifaq û yekîtiya kurda ye, dibê kurd bi hev nekin û dilê neyaran bi xwe şa nekin.
Û ya din jî dibê ji referandûmê rêjeyeke bilind ”erê” derkeve. Ev gelkî muhîm e. Ev jî girêdayî tifaqa hêzên siyasî ye.
Hêvî dikim heta referandûmê kurd gelşên nabêna xwe çareser bikin…

Not:
Min The Jerusalem Post bi dest xist, xeber rast e, Netanyahû gotiye ew li Îraqê piştgiriyê didin Kurdistaneke serbixwe.
Helbet ji bo kurdan ev desteg muhîm e. Lê bi baweriya min heger kurd bi tifaq bin dewletên serxwebûna kurdan nas bikin ewê roj bi roj zêde bibin.
Çimkî bi êrîşa Daîşê dinyayê dît heta kurd nebin xwedî dewlet li herêmê aştî û aramî ne mimkûn e.
Û ya din jî di nava miletên herêmê da miletê herî berê wî berbî Xerbê û demokrasiyê tenê kurd û cihû ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE