06 augusti 2017

Selahetîn Demirtaş di zindana Edirneyê da jî teraneyên xwe yên berê dubare kiriye



Selahedîn Demirtaş ji girtîxaneya Edîrneyê mesajek şandiye ji aktîwîstên ”Nobeta ûjdan û Edaletê” ra.
Demirtaş wek her tim dîsa bi teraneya, neqarata  ”em naxwazin Tirkiyê perçe bikin, em yekîtiya Tirkyê dixwazin, em Tirkiyê wek welatê xwe dibînin”, filan û bîvan tirk û kemalîst zeyt kirine…
Demiratş gotiye:
”Bloxa AKPê û MHPê Tirkiyê gav bi gav berbî perçebûnê dibin.”
”Hilbijêrên AKPê û MHPê bi nezanî û bi rayên xwe welat anîne ber sînorê perîçekirinê.”
”Em wek HDP ne bi perçebûna Tirkiyê ra ne, em bi yekîtiya Tirkiyê ra ne…”
Efendim "ya ku me hev ve girê dide ne kurdayetî û tirkîtîya me ye, demokrasî ye..."

Demirtaş di mesaja xwe da gelek gotinên vala  û bêbingeh yên wek van gotinên jor li dû hev rêz kirine.
Ji ber ku Demirtaş îro di ciyekî teng da ye lema jî naxwazim jê  ra tiştekî bibêjim...
Lê belê gotinên wiha ji bo siyasetmederakî êsîr hatiye girtin êdî şerm e.
Serê salan e Demirtaş van neqaratan dubera dike, li ber tirkan digere û dibêje ew Kurdistanê û veqetandinê  naxwazin, ew li dijî perçebûna Tirkiyê ne, ew Tirkiyê wek welatê xwe yê miştereke dibînin, filan û fîşmekan…
Lê ciyê wî dîsa jî zindana Edîrnê ye….
Ketin û rabûn, serpêhatî dibê meriv hinekî biaqil bike…
Tu rexneyê li Demirtaş nagrim, tenê dibêjim Xwedê aqil, şiûr û fikrekî netewî bidê û ji vê xeta xwar û şaş bîne ser xeta millî û Kurdistanî…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE