18 augusti 2017

Terorîstên îslamî yên ereb îcar Barcelona kirin gola xwînê

Terorîstên erebên îslamî do jî li Îspanya li bajarê Barcelonayê bi munîbusekê ajotin ser xelkê û 13 siwîl bi hovane kuştin û 100 kes jî birîndar kirin.
Polîsên îspanî 5 terorîst kuştin û 2 terorîst girtin. Lê tê gotin polîs hîn li pey çend terorîstên din in.
Ereb, hêzên cîhadî û îslama radîkal bela serê dinyayê ne, heta pişta wan neyê şikestin ewê qetlîamên wiha bidomînin.
Çimkî tu exlaq û nirxekî însanî bi wan ra nemaye, heger misqalek exlaq û însaniyet bi van terorîst û hêzên li piş wan ra hebe li orta kuçe û kolanan zarokan û xelkê siwîl napelixînin.
Tu îdeolojî, tu bawerî, tu doz wahşeteke wiha bi heq û rewa nake.
Bi milyonan birçî, pêxwas û sûtalên ji Efrîqa Bakur(Fas, Tunus, Cezaîrê) li Ewrûpayê belav bûne û piraniya wan jî diz, çete û esrarkêş û stûlan. Hêzên îslamî nuha dest avêtine van pîncên ereb yên ji Efrîqa Bakur.
Wê rojê Fatih Altayli di nivîseke xwe da(13/8-17) gotibû ”ji sedî 15ê nufûsa Fransayê erebên ji Efrîqa Bakur in. Û yln bingeha terorê teşkîl dikin jî ew in. Ji sedî 40 van xortan ji kok da bêkar in. Ji sedî 70 carnan di karên demdemî da dixebitin. Û ev zarok ne hakimê kultura xwe ne û ne jî ya fransiz. Piraniya wan bêbav in. Kes nizane bavên wan li ku ne…”


A Daîş, El Qasî û Nusra û hêzên cîhadçî terorîstan ji nava van sûtalên sêwî û bêkar top dikin û bi wan qetlîaman didin kirin, pê xelkê siwîl didin kuştin.
Qatil û terorîstên bûyera Barcelonayê jî ev pînc û sûtalên ereb yên ji Efrîqa Bakur in. Him ji birçîna ji welatên xwe direvin û xwe davêjin bextê ewrûpiyan û him jî bi vê namerdiyê xelkê siwîl dikujin.
Di vir da însaniyet û exlaq di binê sifrê da ye….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE