14 augusti 2017

Tirk Mûsilê dixwazin

Cîgirê serokê CHPê Ozturk Yilmaz gotiye heger kurd serxwebûna xwe îlan bikin emê jî Mûsilê bixwzin
Cîgirê serokê CHPê û parlamenterê Erdexanê Ozturk Yilamzê neyarê qewmê kurd li ser serxwebûna kurdên başûr ya dilê xwe û ya dilê dewleta xwe daye der û gotiye:
”Heger bêyî destûra me Îraq were perçekirin wê demê ewê jî mesela Mûsilê bînin rojevê û gerek were jî.”


Ozturk Yilmaz merivekî gelkî neyarê kurda ye, ew serekaktorê tiyatroya îşxala sefaretxaneya Tirkiyê ya Mûsilê bû.
Dema Daîşê avêt ser sefaretxana Tirkiyê ya Mûsilê û Ozturk Yilmaz jî di nav da hemû personalên tirk girtin, Ozturk Yilmaz wê demê sefîr bû, wî Daîşê bi hev ra ev lîstik xistin praktîkê.
Di êrîşa Daîşê ser Şengalê û Hewlêrê da jî bi îhtîmaleke mezin Ozturk Yilmaz wek plangerê Tirkiyê yê di nava bûyerê da bû.
Ozturk Yilmaz kadirekî Tirkiyê yê pir muhîm e û dewletê ew di nava kurdan da wezîfedar kiriye.
Lema jî Ozturk Yilmaz van gotinan ji kîsê xwe nabêje, hukûmeta AKPê jî hesabekî wiha dike.
Sibe gava hat û kurdan serxwebûna xwe îlan kirin Tirkiye sedîsed ewê tiştên wiha jî bavêje ortê.
Lê tiştên wiha bi nêt û gotinan nabe, Ozturk Yilmaz û Erdogan û berpirsiyarên Tirkiyê ji xwe ra xewnan dibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE