09 augusti 2017

Tirkî ji bo kurdan bûye zimanekî bi zirar û wêrankar

Gelo ziman di danûstenên însên da kane roleke xerab bilîze, gelo kane însanan bera hev bide?
Bi baweriya min erê.
Ez gotinê zêde dirêj nekim, zimanê tirkî li gorî kurdî kurdan bêtir bera pêxîla hev dide.
Carnan ez di medyaya civakî da takîp dikim, di nava kurdan da minaqaşeyên herî ne xweş, herî xerabkir bi zimanê tirkî tên kirin.
Bala xwe bidin minaqaşeyên nabêna, apocî û barzanîciyan û van demên dawî jî minaqaşeyên nabêna hin kesên Kawacî da hûnê vê rastiyê bibînin.
Ez dibêjim heger minaqaşeyên wan ne bi tirkî, bi kurdî bûya ewê gotinên hewqasî tahl û ne xweş ji hev ra nekirana.
Berî her tiştî nikanîbûn hewqasî binivîsin û dirêji bikin.
Ji ber ku minaqaşe bi tirkî ye pir dirêj dikin, hezar û yek nav û nîçokan li hev dikin.
Heger bi kurdî bûya nikanîbûn hewqasî dirêj bikin û hewqas gotin berradayî ji hev ra bibêjin…
Gotin sîleheke mezin e, meriv kane bi wê dilan jî bigre û dilan jî bişkîne.
Ji ber ku kurd tirkî ji kurdî baştir zanin û di tirkî da gelek gotin, sifet, term û mefhûmên ne xweş, tahl û dilşikest hene, lema kurd bi tirkî pir dilê hev dihêlin.
Yanî zimanê tirkî jî wek tirkan û dewleta wan zirarê dide me kurdan...
Bi baweriya min minaqaşeyên bi kurdî tên kirin li gorî tirkî kêmzirartir in…
Lema jî ez kanim bibêjim tirkî ji bo kurdan bûye zimanekî bi zirar û wêrankar...


XXX


Ji dewrêş ra gotine:
-Ma bi ya te li vê dinyayê tiştê herî zor çi ye?
Dewrêş gotiye:
-Gotin e. Îzahkirina wê jî zor e û fêmkirina wê jî.
Gotina şîrîn mar ji qulikê derdixe.
Birîna gulê dikewe ya gotinê nakewe…
Loqê/pariyê mezin bixwe lê belê gotinên mezin neke..
Alimekî gotiye, ”Min çel alim birin, lê belê cahilekî ez birim.”
Rast e, kes nikane zoran cahilan bibe.
Ez bi xwe gava rastî cahilekî têm û dibînim camêr cahil e, tavilê sohbetê pê, minaqaşê pê ra qut dikim…
Çimkî ya herî silametî ev e, dibê meriv tim û tim hevza xwe ji cahilan bike…
Sadiyê Şîrazî(1210-1292)gotiye, ”merivên cahil wek defê ne, zêde deng derdixe lê belê hundur vala ye.
”Ilim cesaret dide meriv, cehalet kustaxayê.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE