08 augusti 2017

Tirkiye li dinayayê bûye îdol !

Erdogan gotiye "Tirkiye li dinya bûye îdol ! "
Heneka nakim, mêrik bi rastî wisa gotiye...
Serokê Tirkiyê yê nuh Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”Dinya êdî Tirkiyê dipeyive. Tirkiye li dinyayê bûye ÎDOL” !!!
Rast e komedîyenên ewrûpî her şev qala Tirkiyê û Recep Tayyip Erdogan dikin, lê ne bi baş î, wek komedî…
Yaho welatên Ewrûpa wîzeyê nadin wezîrên tirk.
Tu wek serokê Tirkiyê nikanî li Ewrûpayê civînekê çêkî.
Tu nikanî li li Almanyayê herî sefaratxaneya xwe.
Ma rewşeke ji viya xerabtir heye?
Îcar ev çawa îdolî ye?
Rast e medyaya dinyayê her roj qala Tirkiyê dike.
Lê belê ne bi başî, bi xerabî.
Tirkiye îro bûye welatê tirs û xofê, li dinyayê welatê herî bêtir bi nebaşî qala wî tê kirin Tirkiye ye.
Her kes dibêje Tirkiye bûye zindaneke mezin.
Îro li dinyayê îmaja Îranê û Rûsya Spî sed qatî ji ya Tirkiyê baştir e.
Recep Tayyip Erdogan di telewîzyonên Ewrûpa da êdî bûye mijara komediyên herî populer.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE