05 augusti 2017

Yê bibe cîgirê serokwezîrê Tirkiyê êdî ne kurd e

Serokê dewleta tirk Erecep Tayyip Erdogan gotiye:
”Nuha di nava hukûmet û partiya me da birayên min yên kurd hene. Bekir Bozdagê nuha xîtabî we kir kurd e. Her wisa cîgirê serokwezîr Mehmet Şîmşek beg jî kurd e. Cîgirê min yê serokê AKPê Mehdî Eker beg jî kurd e…”
Rast e dê û bavên Bozdag, Şîmşek û Eker kurd in û ev hersê heramzade, hevkar û zilamên dewleta tirk ji betnê dê û bavên kurd çê bûne, lê belê ew bi xwe ne kurd in, ew hevkar, zilam û rêberên dewleta tirk û emirberên te ne.
Ji bo kurdbûnê ji zurîyeta kurdbûnê têrê nake, dibê meriv xwe wer jî qebûl bike û wek kurd ji bo qewmê xwe, gelê xwe bixebite û doza mafê gelê xwe bike.
Ne ku bibe heval dijmin û cîgirê serokwezîrê dewleta îşxalkar û gelê xwe bipelçiqîne
Kurdên rêvebirên dewleta tirk, cîgirê serokwezîrê dewleta tirk bin bi zurîyeta xwe kurd bin jî di praktîkê da ne kurd in, ew tirk in.
Lema jî Recep Tayyip Erdogan çiqasî kurd e, Bozdax, Şîmşek û Eker jî hewqasî kurd in.
Heger Bozdag, Şîmşek û Eker kurdbûna ewê ji kurdan ra tiştek bixwestana.
Lê em zanin ew ne tenê ji kurdan ra tiştekî naxwzin, di ser da bi qasî Erdogan û Bahçelî dixwazin kurdan bikin tirk.
Erdogan çiqasî neyarê kurdan be, Bozdax, Şîmşek û Eker jî hewqasî û heta hinekî jî zêdeyî Erdogan neyarê kurd û Kurdistanê ne.
Heger Bozdag, Şîmşek û Eker xwe kurd his bikirana ewê nuha ne wezîr û cîgirên serokwezîrê Tirkiyê bûna.
Ewê di cepheya kurdan da û ji bo azadiya kurd û Kurdistanê bixebitiyana.
Lê ew nuha bi Erdogan ra li hemberî azadbûn û serxwebûna kurdan şer dikin.
Kurdbûna Bekir Bozdag em ne ji bo Bozdag, ji Erdogan fêr bûn. Ev çend car in Erdogan dibêje Bekir Bozdag kurd e.
Lê Bozdag bi xwe merivekî hewqasî pîs û rezîl e nabêje ew kurd e; bavê wî jî kurdbûna xwe înkar dike.
Lema jî Bozdag, Şîmşek, Eker û hemû kurdên îro birêvebirên AKPê û hukûmeta AKPê ne bi eslê xwe kurd bin jî qewmê xwe guhertine, cepheya xwe guhertine û bûne nasyonalîst û faşîstên tirk.
Lemajî êdî ew xalismuxlis tirk in, ne rast e meriv ji wan ra bibêje ew kurd in.
Vana kurdên bûne tirk, bûne neyarên qewmê xwe.
Ji ber wê jî îdîa Bozdag, Şîmşek û Eker kurd in ne rast e, demagojî ye. Kurdê bibe heval û rêberê dijmin bi nîjada xwe kurd be jî bi xwe ne kurd e, hevkar û hevalbendê dijmin e….



XXX
Destê xebitî tim li ser zikê têr e.
Pêr ez wek şêran bi darê da hilperikîm, me giryazên(gêlazên, qeresiyên)xwe top kir, do me dendik jê girtin û xanimê çê kir û vêsê jî me danî ser sifra xwurîniyê, me pê xwurîniya xwe kir…
Wek min got, rîçala me hema hema bi qasî hingivê Betlîsê bi tahm û lezîz e.
Tabî di vê yekê da para hostetiya xanimê pir e, heger ne hostetiya wê bûya rîçala(reçela) me ewê bibûya dimsa Entabê(Dîlokê).
Lê pir hindik par û keda min jî di vê hostetiya wê da heye…
Dibê ez pesnê xanimê tenê nedim û heqê xwe nexwim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE