30 september 2017

Xanim axê mi rê vato kutik !



Ji bo Amerîka piştgiriyê bide filistîniyan hemû dewletên musilman xwe diçirînin, lê piştgiriya eynî Amerîkayê ji bo kurdan dibe îxanet
Ji ber ku di şahiyên referandûmê da hin kesan ala Îsraîl li ba kirine serokê Tirkiyê Erdoganê îslamîst xwe gelkî aciz kiriye û gotiye îspat bû hukûmeta Kurdistana Federe, PDK û MOSAD yek in.
Serokê Tirkiyê Erdogan eynî wiha gotiye:
”Li vir ez careke din dibêjim. Tu têkiliya vê meslê(qesd serxwebûna Kurdistanê ye) bi gelê Bakurê Îraqê tuneye. Libakirina ala Îsraîl em xemgîn kirin. Ev tiştekî nîşan dide, rabirdûya(koka) Mosadê û ya vê îdareyeyê yek e û bi hev ra ye. Ew jî êdî di hemû ekranan da îspat bû.”
Serokê dewletekê çawa kane hewqasî basît û sivik be, meriv qet fêm nake.
Kurd bûn ”gelê Bakurê Îraqê.” Navê kurd di gewriya wî da dimîne, lema nikane bibêje kurd...
Ew bi xwe mafê kurdan nadin û ji bo beyanên Îsraîl yên piştgiriyê jî hezar derewê li hev digerînin û bêbextiyên dinyayê li kurdan dikin.
Ji kurdan ra dibêjin silavê nedin Îsraîl û piştgiriya wê red bikin, lê ew bi xwe ji bo bi Îsraîl ra bibin dost û mitefik xwe diçirînin.
Bi mitefîkiya Amerîka pir serbilind in.
Gava Trump bi Erdogan ra rûdine û methê wî û Tirkiyê dide hûn ji kêfa difirin, dibêjin ”xanim axê mi rê vato kutik” yanî axê ji min ra got kûçik...
Lê gava dor tê kurdan têkiliya bi Amerîka û bi Îsraîl ra dibe îxnat.
Ji bo Amerîka piştgiriyê bide filistîniyan hemû dewletên musilman xwe diçirînin, lê piştgiriya eynî Amerîkayê ji bo kurdan dibe îxanet
Bi van gotinên beradayî zarokên 4-5 salî jî êdî pê naxapin. Êdî dawiya derewan hatiye. Bi Xwedê tu derewa hûn kurdan pê bixapînin nemaye….
Navê kurd di gewriya efendî da dimîne, lema jî nikane ji kurdan ra bibêje kurd.
Lê bi xêra vê şoeveniya wan kurd ji mecbûrî dibin kurd. Ev jî baş e. Ez bi xwe bi van gotinên lîderên tirk û farisan pir kêfxweş dibim….

XXX
Hûn bi qedrê Xwedê dikin, hûnê bi şêrgeleyê Qasimpaşayê negrin...
Erdogan dîsa ji kurdan ra gotiye xwe bidin alî ez hatim…
"Îdareya Herêma Bakurê Îraqê bêyî destûra welatê me gavek avêtiye. Wê demê ewê bedelê vê gava xwe jî bide…”
Mêrik xwe wek sultanekî Osmanî û kurdan jî tebaa xwe dibîne. Lema jî ji bo referandpûmê gerek kurdan jê destûr bigirtana.
Efendim ”kurdê bedela vê biryara xwe bidin…”
Kurro tu wek pîlaka xeraba rojê çend caran vê tehdîda xwe dubare dikî.
Kesî bi destê te negirtiye, ne hewce ye tu her roj vê gefê li kurdan bixwî û van zitan bidî xwe.
Çi ji destê te tê texsîr neke…
Yê ji beytikan bitirse garis naçîne.
Kurd ji beytikan natirsin.
Ma te ev hîn fêm nekiriye?
Fermo xwe biceribîne….
Hûn bala xwe didinê navê Kurdistana Federe jî hîn û hîn ” Îdareya Herêma Bakurê Îraqê” ye.
Musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e



Piştî 7 rojan careke din merheba

Piştî rêwîtiyeke(cihêbûneke) 7 rojan careke din merhebe ji we hemû nas, dost û hevalan ra.
Di vê gerra(seyaheta)xwe  ya Kuristana başûr da min gelek tiştên hewqasî baş û xweş dîtin, ez nizanim qala kîjanî bikim û qala kîjanî nekim.
Min wek şexs him serketina referandûmê dît û bûm şahidê vê roja tarîxî û him jî têra xwe geriyam.
Bêyî Hewlêrê em bi hevalan ra çûn Geliyê Elî Begê, Bêxalê, herêma Barzan, ser Gorra rahmetiyê Mele Mistefa Barzanî û dû ra jî em çûn  Kerkûkê, Silêmaniyê.
Helbet hemû ger û seyrana me jî bi xêra organîzeya hevalên PAKê bû. Mala wan ava be. Orhan û Halûk bi her hawî xwe di ber da westandin. Ez spasî wan dikim
Her wisa ez gelkî spasî dostê hêja Wahdet Hemîdo Das jî dikim. Wî jî camêr bi her hawî xwe di ber meda westan û em bi ereba xwe gerandin.
Spas ji bo her kesê di ber meda westiyan, ji me ra mazûbantî kirin û em grrandin.
Me di gera we ya Herêma Barzan, Kerkûkê, Silêmaniyê û derên din da gelek tiştê xweş dîtin.
Li ser Kerkûkê  û gerrên xwe yên din ezê dû ra hin çavdêriyên xwe binivîsim…
Me li Silêmaniyê hevalên YNKê ziyaret kir û çend saetên xweş bi hev ra borand.
Mala kek Abdul Rezaq Feylî, Şoreş Kadir Rahem û Samîr ava be. Camêran  mazûbaniyeke pir xweş ji me ra kirin.
Ez li vir li ser navê xwe û li ser navê   hevalên PAKê spasî kek Rezaq Feylî , Şoreş Kadir Rahem û Samîr dikim.
Ev cara duduya ye ez diçim Kurdistanê. Cara pêşî di sala 2011a da çûbûm.
Helbet Kurdistan wek Îtalyayê, Îswîçreyê û Fransayê ne xweş, modern û pêşketî ye.
Lê belê azadiya min li Kurdistana nemodern û paşdamayî dît û bextewarî û dilşadiya ez têr û mest kirim bergendî hemû bedewî û xweşikiyên xwzayê bû.
Ger û jiyana li welatê xwe, gerra di bin siya ala rangîn da, netirsiya ji leşker û polîsan, bi her kesî ra, bi her berpisiyarî ra, bi polîs û leşkeran ra, axaftina bi kurdî, hestê ev welatê min e, ev polîs û leşkerê dewleta min e, hestê ez nebindest im xweşiyeke, histekî bêtarîf e, meriv nikane bi gotinan bîne zimên.
Temiya min li kurdên hemû dinyayê, heger îmkana we heye, berî mirinê herin Kurdistanê bibînin û çend rojan wek însanên azad, wek merivên xwedî dewlet û al bijîn, wê tamê, wê lezetê hûn jî tahm bikin.
Wê demê hûnê bibînin azadî, xwedîdewletbûn  çiqasî xweş  û bindestî û bêdewletî jî çiwqasî ne xweş û jiyaneke rezîl e.
Li Kurdistanê gava tu derdikvî kuçe û kolanan tu bêtirs î.
Tu xwe azad his dikî.
Tu ji kurdbûna xwe, ji rozeta bi sînga xwe ve, ji axaftina xwe ya bi kurdî natirsî.
Tu bi polîs û leşkerên bi keleş ra bi kurdî dipeyive…
Gava polîs û leşker fêm dikin tu kurdî, tu ji welatekî dûr ji bo piştgiriya wan hatiye Kurdistanê tavilê hezkirineke di ruyê wî  da xwe dide der û retorîka wî diguhere,  ji te hez dike, carnan te himêz dike û dibêje ” tu ji wir û heta vir li ser û çavê min hatiye…”
Bi kurtî azadî, xwedîdewletbûn tiştekî pir xweş e, gerek em kurd jî bibin xwedî dewlet.
Li Kurdistanê netîceya referandûmê, yektîya kurdan, baweriya bi xwe û bi serxwebûna xwe, ez gelkî kêfxweş û sermest kirim.
Lema jî min hîn qala referandûmê nekir.


Ez ji we ra pir kin bibêjim.
Referandûm ji texmîna min jî baştir û serketîtir derbas bû.
Miletê kurd nîşanî hemû dinyayê da ew serxwebûnê diwaze.
Û him jî bi rêjeyeke ji %94.
Biryara referandûmê pir rast û tarîxî bû.
Û ev biryara rast û tarîxî, bi serketineke tarîxî gihîşt hedefa xwe.
Bi serketin referandûma 25ê Îlonê hemû dostên me kêfxweş bûn û dijminên me  jî teqiyan û har bûn.
Lema jî hemû kurd bi netîceyên referndûmê  dilşa ne.
Ji nuha û pê da tiştê li pêş hukûmeta Kurdistanê û hêzên siyasî bicîanîna vê daxwaza miletê kurd e, yanî  îlankirina serxwebûna Kuristanê ye.
Hemû hêzên siyasî dibêjin êdî tiştê ew bi Bexdayê ra bikin destpêkirina hevdîtinên veqetandinê û îlankirina serxwebûnê ye…
Kurd qet ji gefên Tirkiyê û Îranê natirsin, di vî warî da kurd pir rehet in.
Ez bawer dikim di rojên pêş da emê rojên pir xweş bibînin…
Nabe di nivîsekê da ez qala her tiştê min dît bikim. Ji bo îro hewqas bes e. Ji xwe hîn rindikî hişê min nehatiye serê min. Bi xêr di rojên pêş da ezê peyderpey qala hin tiştan bikim.

23 september 2017

Difirim Hewlêrê, heta 30ê mehê bi xatirê we

Bawil(çente) hazir e, êdî saetan dijmêrim, piştî 4 saetên din xatir ji Stockholma xopan dixwazim û berê xwe didim Wîyanayê û ji wir jî difirim Hewlêra kela azadiyê û kurdprweran.
Bi xêr sibe saet di 16.00 da ez û gelek dost û heval li Hewlêrê ne.
Min gelkî dixwest îro li Hewlêrê tevî wê mitînga muhteşem bibûma, lê nebû qismet.
Tişte nabe, ezê bibim şahidê zafer û pîrozbahiyên 25ê mehê. Ew jî serpêhatî û kêfxweşiyeke ne hindik e...
De bi xatirê we û şeva we xweş...

XXX


Siyasetmedarê, serokê tirsonek wek kêra ko ye, bi kêrî tu karî nayê.
Mesûd Barzanî nîşanî dost û dijminên xwe da ew ne kêreke ko ye, ew xencereke kurdî ya tûj e…
Kurd bi pişopişo, bi tirsê nikanin tu mafî ji ereb, faris û tirkan bigrin.
Gerek em cesûr bin.
Li dinyayê şaşiya herî mezin, tirsa ji kirina şaşiyê ye, tirsa biserneketinê ye…
Serokên me, siyasetmedarên me mecbûr in tahlûkê bigrin çavê xwe, cesaretî gavên, teşebusên, hemleyên bi rîsk bikin...
Serxwebûna Kurdistanê, coxrafya welatê me vê cesareta mişt rîsk li ser wan ferz dike.
Mêrê tirsonek bi sîngên gewr û boz şa nabe…
Bi tirsonekiyê sed û yek sal here em nikanin Kurdistana azad bibînin.
Lê em cesûr hereket bikin emê bi ser kevin, şansême yê zaferê zêdetir e.
Zafer ya gelê me ye

22 september 2017

Di destê Tirkiyê da tiştekî êdî pê kurdan bixapîne nema

Îktîdara îslamî ya AKPê û Recep Tayyip Erdogan karta, demagojiya xapandina kurdan ya herî dawî bû, wa ye ew jî pûç û kurmî derket û kurdan ew jî baş nas kirin....
Derket ortê îslamîstên tirk, AKPê bi qasî serê derziyê jî ji kemalîstan û ji faşîstên tirk ne baştir û ne pêşdatir in.
Ev 15 sal in Erdogan bi hin demagojî û taktîkên pir bi hostetî kurd baş xapandin, baş serî li wan gerand.
Tabî kurd jî ji bo xapandinê pir musaîd in. Gerek meriv vê jî qebûl bike…
Yanî di vir da nezanî û safiya partî û hêzên kurd û hin kurdên pûlperest jî roleke pir mezin lîst, ew jî bi virên Erdogan û tirkan pir rehet û pir erzan xapiyan.
Bi taybetî Mesûd Barzanî û PDKê û kes û hêzên nêzî PDKê zêde bawerî bi Erdogan û hukûemta AKPê anîn.
Lê şikir ji Xwedê ra wa ye dawiya xapandinê jî û ya viran jî hat.
Lema jî Erdogan û hukûmeta AKPê êdî Barzanî û kurdên Başûr û rojava bi îşxalê tehdît dike.
Erdogan û Bîn Alî Yildirim ji Mesûd Barzanî ra dibêjin ya hûnê referandûmê îptîl bikin û dev ji serxwebûnê berdin ya jî emê êrîşî we bikin….
Ji xwe mêrikan wa ji nuhda da, hîn referandûm nebûye li hemberî kurdan tezkereya herbê hazir kirine, qey sibe di meclîsê da ewê bidin tesdîqkirin.
Yanî bi rengekî pir cidî haziriya şerê kurdan dikin.
Tiştê baş ev karta tirkan ya dawî jî bi vî hawî pûç û vala derket, êdî tiştekî pê kurdan bixapînin nema...
Îslamîst mabûn me ew jî ceribandin.
Derket ortê îslamîst ji kemalîstan sed kerasî xabtir, irqçîtir û pîstir in, ji kemalîstan bêtir neyarên kurdan in.
Yanî xwediyê malê bi diz hesiya...

XXX
Biryara referandûma 25ê îlonê ne ji bo kurdên başûr tenê, ji bo kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bû tecrûbeyeke tarîxî ya zêrîn.
Îro em dinyayê jî, Neteweyên Yekbûyî jî û hemû dost û dijminên xwe jî li gorî mehek berê, li gorî hefteyek berê baştir nas dikin.
Ev tecrûbeya trajîk û tarîxî ji bo pêşeroja me kurdan pir muhîm e...
Di referandûma 25ê îlonê da em negihîjin hedefa xwe jî ev tecrûbe ji bo me kareke pir mezin û bi qîmet e…

XXX
Îşê wezîr û mebûsên hukûmeta AKPê yên kurd pir zor e
Wek ê zanîn di kabîneya hukûmeta AKPê da çend wezîrên kurd hene.
Gelo ev wezîrên kurd heger bi hukûmetê ra îro li dijî gelê xwe biryareke xerab bigrin ewê çi his bikin, ewê bi çi rûyî derkevin nava gel û bi çi rûyî li ruyê kurdan û zarokên xwe binêrin?
Ez dibêjim di jiyanê da tiştê herî zor û herî pîs hevaltiya bi dijmin ra ye, Xwedê kesî nexe rewşeke wer...
Karê kurdên hevalbendên AKPê û dewleta tirk bi rastî jî zor e, heta nuha xwe wek dijminê PKKê, lê dostê Meûd Barzanî û kurdên Başûr nîşan didan.
Lê Erdogan bi dijayetiya xwe ya li hemberî referandûma serxwebûnê ev maske jî ji wan stend.
Nuha mecbûr in ya ewê bibin hevalên Barzanî û kurdan û piştgiriyê bidin referandûma 25ê îlonê, ya jî ewê bibin hevalên Erdogan û Tirkiyê û êrîşa ser kurdan biparêzin, piştgiriyê bidin êrîşkariya Tirkiyê...


XXX

Tirkiye dibêje ewê nehêle kurd li Îraqê û li Sûriyê ji bindestiya xelas bibin

Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim gotiye ewê tu carî nehêlin kurd li Îraqê û li Sûriyê ji bindestiya ereban derkevin...
We fêm kir?
Mêrik hewqasî vekirî gotiye...
Serokwezîrê Tirkiyê Bîn Alî Yildirim wek rûtîna rojane îro dîsa gef li kurdan xwariye û careke din pir cidî gotiye ewê tu carî nehêlin kurd li Sûriyê û li Îraqê ji bindestiya ereban derkevin.
Di vî warî da Yildrim ji Barzanî ra wiha gotiye:
”Referandûma serxwebûna Kurdistanê mesela ewlekariya Tirkiyê ye û ewê tu carî qebûl nekin statuya Îraqê û Sûriyê were guhertin. Û ji bo vê jî çi hewce be ewê bikin.”
Ji xwe ji bo cidîbûna xwe nîşan bidin wa ye berî referandûmê tezkereya herbê hazir kirine, qey sibe di meclîsê da ewê bidin tesdîqkirin.


Li ser beşdariya Kerkûkê ya referandûmê jî Yildirim gotiye ”ev felaket e û ji xwe ji %70î nufûsa Kerkûkê tirkmen e.”
Ez bawer dikim zêde hewce nake meriv van gotinên Yildirim zêde şirove bike.
Mêrik pir vekirî û zelal dibêje, ewê nehêlin ne li Îraqê û ne jî li Sûriyê kurd ji bindestiya ereban xelas bibin û ji bo vê jî ewê her tiştî bikin.
”Her tişt”, maneya xwe ewê êrîşî kurdên başûr û rojava bikin.
Û ya din jî Kerkûk bajerekî tirkmena ye.
Heger li Kerkûkê nufûsa tirkmenan ji sedî %70 be, herî kêm ji sedî bîst jî ereb in, wê demê nufûsa kurdan pir pir ji sedî %10 e.Belkî hewqas jî tuneye.
Bi kurtî dijminên me çi dibêjin û nêta wan çi ye vekirî ye. Dibê kurd jî li gorî vê tedbîra xwe bigrin.
Îcar mesele kurdên AKPê, kurdên di hukûmeta AKPê da wezîr û kizîr û parlamenter in ew jî wiha difikrin ya na, ew piştgiriyê didin van gefên Tirkiyê ya na?
Kurdên piştgiriyê nadin van gotinên Bîn Alî Yildirim dibê tavilê ji AKPê îstîfa bikin.
Yê îstîfa neke maneya xwe ew jî wek Bîn Alî Yildirim difikire, ew jî qebûl nake kurd li Sûriyê û li Îraqê ji bindestiya ereban xelas bibin û bibin xwedî welat û dewlet.

Îşê wezîr û wekîlên hukûmeta AKPê yên kurd pir zor e



Wek tê zanîn di kabîneya hukûmeta AKPê da çend wezîrên kurd hene.
Gelo ev wezîrên kurd heger bi hukûmetê ra îro li dijî gelê xwe biryareke xerab bigrin ewê çi his bikin, ewê bi çi rûyî derkevin nava gel û bi çi rûyî li ruyê kurdan û zarokên xwe binêrin?
Ez dibêjim di jiyanê da tiştê herî zor û herî pîs hevaltiya bi dijmin ra ye, Xwedê kesî nexe rewşeke wer...
Karê kurdên hevalbendên AKPê û dewleta tirk bi rastî jî zor e, heta nuha xwe wek dijminê PKKê, lê dostê Meûd Barzanî û kurdên Başûr nîşan didan.
Lê Erdogan bi dijayetiya xwe ya li hemberî referandûma serxwebûnê ev maske jî ji wan stend.
Nuha mecbûr in ya ewê bibin hevalên Barzanî û kurdan û piştgiriyê bidin referandûma 25ê îlonê, ya jî ewê bibin hevalên Erdogan û Tirkiyê û êrîşa ser kurdan biparêzin, piştgiriyê bidin êrîşkariya Tirkiyê...

XXX


Îro li Tikriyê saet di 15.00 da Heyeta Ewlekariya Netewî û saet di 18.00 da jî Heyeta Wezîran ji bo kurdan, ji bo derxistina fermaneke li hemberî Kurdistana Başûr û referandûma serxwebûnê ya 25ê îlonê dicivin.
Herdu civîn jî di normalê da di dawiya mehê da dibin. Lê ji bo ku referandûma li Kurdistana Başûr di 25ê mehê da ye, bi emrê Erdogan tarîxa herdu civînan jî girtin pêş.
Hela ka em binêrin ji herdu civînan li hemberî kurdan ewê çi biryarê bigrin, çi fermanê derxin.
Û helbet şêla kurdên AKPê jî pir muhîm e, heta nuha bêyî Ensarîoglu kesî dengê xwe nekiriye.
Gelek kesên heta nuha him Barzanî û him jî dewlet îdare dikirin, ji zû da ye aliyê xwe li gel dewletê eşkere kirine.
Di TRTkurdîê da her roj êrîşî Barzanî û referandûmê dikin.
Hin şelafên Erdogan û şervanên dewleta tirk dest pê kirine di TRTkurdî da êrîşî Mesûd Barzanî dikin, dibêjin hevalê Îsraîl û Emerîkayê ye, neyartiya Tirkiyê dike, dixwaze Tirkiyê perçe bike, filan û bîvan…
Lê gelekan jî hîn dengê xwe nekiriye, biryarên îro ji van herdu civînan derkevin ewê şêla van kesên heta nuha bêdeng bûn jî derxe ortê, ya ewê şûrê dewleta tirk bikşînin û êrîşî Barzanî û kurdan bikin, ya jî ewê dev ji zilamtiya AKPê berdin û bibin piştgirên gelê xwe.

Mesaja Mesûd Barzanî ji dinyayê û ji welatên cîran ra...

Mesûd Barzanî di axaftina xwe da  mesajeke pir kin daye dinyayê û hemû welatên cîran:

 ”Kurdistan ji cîran û ji herêmê ra ne tehdît e. Gelê Kurdistanê çavê xwe bernedaye axa kesî. Gelê Kurdistanê dixwaze welatekî(dewletekeke) tê da hemû gel, hemû bawerî bi hev ra di nava aştiyê da bijîn ava bike.”
Dinya jî û cîran jî vê rastiyê zanin, hemû jî zanin Kurdistana kurd dixwazin ava bikin ewê ji hemû welatên cîran demokratîktir be, azadî ewê ji bo her kêmatiyê(eqaliyetê)û her baweriyê hebe.
Ji xwe tirsa welatên cîran jî ev e, ditirsin Kurdistana demokratîk, modern û mufereh dûzanên wan yên dîktator û nîjadperest mecbûrî guhertinê bike.

XXX
Hûn dibînin dewletavakirin çi qasî zor û zahmet e.
Ji Neteweyên Yekbûyî bigre, bêyî Îsraîl û Qibrisê hemû dinya bi yekparebûna aza Îraqê ra ye, yanî kes piştgiriyê nade referandûma serxwebûna kurdan.
Çima wiha dikin?
Ji ber Îraq bi nav be jî hîn dewleteke serbixwe ye û endama NYê ye.
Ev dinya dinya menfaetê ye, yê xurt tim bi heq e û hevalên wî bêtir in.
Hevalên qelsan tim hindik in û yên hene jî bêhêz in.
Di vir da xeta xwar ji gayê pîr da ye, yanî ji Amerîka da ye, ji ber Amerîka li dijî referandûmê ye, Neteweyên Yekbûyî û dinya jî li dij e. Heger Amerîka li pişt kurda bûya, dinyayê jî nuha ewê piştgirî bida me.
Lê dibê em bêhîvî nebin, ev rewş ewê ewê were guhertin....

XXX


Dawiya dawî Îraq hat ser rêya rast…
Iraqê peyam da: Piştî referandumê emê diyalogê bidomînin
Piştî Encumena Bilind a Referandumê biryar da ew referanduma serxwebûnê taloq nake û referandûm ewê di 25ê îlonê da were çêkirin, Wezîrê Krên Derve yê Îraqê Îbrahîm Caferî di beyaneke nivîskî da gotiye, ”piştî referandûmê jî emê bi Herêma Kurdistanê ra diyalogê bidomînin.”
A wiha werin ser riya rast.
We destpêkê wiha bigota û serê kurdan hewqasî neîşanda û dilê wan ji xwe reş nekira gelkî baştir bû.
Lê meriv kînga ji şaşiya xwevegere baş e…
Bi baweriya min jî rêya herî baş û rast hûn referandûê qebûl bikin û dû ra jî bi rehetî, bi diyalogê wek bira ji hev biqetin û bibin du cîranên baş…

21 september 2017

Guh nedin tahrîk û virên medyaya tirk


Xwê ketiye siyasetmedar û partiyên tirk û medyaya wan, ji bo ku kurd refrandûma 25ê îlonê betal nakin û  ji bo kurd guh nadin gefên wan, har bûna, dev li kevir û daran dikin, dikin ji qahran biteqin.
Lema jî bi hin heqaretên li kurdan, bi manşetên vir xwe tatmn dikin....
Nikanin tu jahrê jî belav bikin, tenê bi van manşêtan xwe egoya xwe tatmîn dikin...
Ji bo Tirkiye êrîşî Kurdistana Başûr bike  medyaya tirk xwe diçirîne, provakasyonên nemayî dike.
Di hemû xeberên wan da li hemberî kurdan neyartiyeke bêhed û tahrîka şer heye.
Hewake wer didin xeberên xwe, yekî nizanibe ewê bibêje herbê dest pê kiriye.
Çimkî ew bi dil û can dixwazin Tirkiye êrîşî Kurdistan Başûr bike...
Lê dibê meriv guh nede ewtîna cewrikan…

XXX
Li Stenbolê li xwendegehekê zarok bi sond û bi tekbîran dest bi dersa xwe dikin.
Ders wiha dest pê dike:
”Eleykumselam.
Xweş e ev kelam.
Di destê me da Quran.
Di dilê me da îman.
Em musilman in, musilman.
Bijî Îslam !
Tekbîîîr, tekbîîîr, tekbîîîr ”
Elahûekber …”
Tu ferqa vê perwerdeyê ji ya Daîşê tuneye. Daîşê û fetulahçiyan jî di xwendegehên xwe da eynî tişt dikirin.
Hukûmeta AKPê xwedêgiravî hemû xwendegehên(mektebên) FETO girtin. Lê bi qasî xuya dike hin terîqet û fetulahçiyên din eynî karî û eynî perwerdeyê didomînin.
Yanî bi gotinê mektebên FETO hatine girtin, lê derket ortê hin terîqetên din yên wek Menzîl karê fetulahçiyan dimeşînin.
Li Stenbolê li xwendegeheke(mektebeke)prîvat/şexsî zarok bi sond û bi tekbîran dest bi dersê dikin
Mamoste silavê dide zarokan û zarok jî dibêjin:
”Eleykumselam. Xweş e ev kelam. Di destê me da Quran. Di dilê me da îman. Em musilman in, musilman. Bijî Îslam !
Tekbîîîr ”
Elahûekber …”
Wer xuya dike hukşûmet dixwaze perwerdeyeke îslamî ya li gorî şerîeta îslamê bimeşîne.
Lema jî zarok bi ”sond û tekbîrê û bi elahuekber” dest bi dersa xwe dikin…
Sond û tekbîr min ji tirkî wergerand kurmancî.
Sermanşet jî neyartiya kurda ye. Heqaret li Mesûd Barzanê kiriine û gotine hûn kortika husiyê xwe jî bibînin hûn Kuristanê nebînin ...
Ev rojname jî xwedêgiravî muxalifê Erdogan e.



Balafirên Tirkiyê li Behdînan 7 gundî kuştin


Balafirên Tirkiyê yên şer do li herêma Behdînan, li herêma Nêrwe Rêkan çend der û navçeya Şiledizê bombebaran kirin û di bombebaranan da 7 gundiyên li ser zeviyên xwe dixebitîn kuştin.
Hukûmeta Kurdistanê bi beyanekê ev êrîşa Tirkiyê protesto kir û ji Tirkiyê xwest bombebaranên xwe rawestîne.
Tirkiye hema hema her roj, wek karekî rûtîn bajar û gundên Kurdistana Başûr bombebaran dike û heta nuha bi sedan xelkê siwîl qetil kirine û kurd ji kîsê dîya xwe çûne.
Tirkiye miletê kurd wek neyarê xwe dibîne, lema jî li tu beşekî Kurdistanê rehetiyê nade kurdan. Çimkî çavê Tirkiyê kurdan dibire, kane bi kurdan. Zane kurd bêxwedî ne.
Lema jî kînga dilê wan dixwaze ya bakur ya başûr ya jî rojavayê Kurdistanê, derekê, çend gundan bombebaran dikin û çend kesan dikujin û vedigerin mala xwe û dibêjin OXXXX, me îro çend kurd kuştin, me wezîfa xwe ya rojane kir…
Diyar e ev êrîş û qetlama Tirkiyê bersîva referandûma 25ê îlonê ye....


XXX
Li gorî serokê Tirkiyê Erdogan, xwendevanên diçin dervayî welêt dibin merivên bêşexsiyet û sîxurên (ajanên) wan welatan û vedigerin Tirkiyê
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Amerîka di axaftina xwe ya Weqfa TURKEN da xwendevanên li derve dixwînin rexne kiriye û gotiye, ”
”Piraniya xwendevanên ji bo xwendinê diçin derveyî welêt şexsiyeta xwe winda dikin û bi kultura dewletên Rojava, her yek wekî sîxurekî dilxwaz(xwebexş) vedigere Tirkiyê."
Ev dîtin ya Daîşê û El Qaîdê ye. Serê zarok, xort û nezanan bi vê îdeolojiya îslamîst ya prîmitîv û irqçî tê şuştin û wan dikin terorîst û qatilên xelkê siwîl.
Daîş, El Qaîde û hemû hêzên îslamîst jî bi vê propagendê û bi vê îdeolojiya nefreta ji ewrûpiyan û ji hemû alema xiristiyan, ji medenîyet, dîn û kultura wan, kîn û nefretê li hemberî Rojava belav dikin.
Serokê dewletekê çawa kane van gotinan bibêj e meriv matmayî dimîne…

20 september 2017

Însîyatîfeke baş e lê pir zeîf e


101 rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û siyasetmedarê kurd bi beyaneke mişterek piştgirî dane referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr ya 25ê îlonê.
Teşebuseke baş e, lê belê pir û pir hindik e, pir xerab hatiye organîze kirin.
Heta ev jimar, beyaneke bi navê 101 kesî tenê ji bo kurdên Kurdistana Bakur eyb e jî.
Gerek baştir bihata organîzekirin.
Weleh min bikira minê bi kêmanî sê çar qatî wan îmze top bikira.
101 kes bi rastî pir eyb e, meriv tiştekî cidîtir bihata kirin.
Nufûsa kurdên Kurdistana Bakur herî kêm 25 milyon e.
Bi hezaran siyasetmedarên bi nav û deng, rewşanbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û hunermendên kurd hene.
Dibê ev beyan ne ji alî 101 kesî, ji alî bi hezaran kesî va bihata belavkirin, gerek îmzeye bi dehhezaran kurdî di binê vê beyanê da hebûya.
Ez spasî 101 kesên îmza xwe avêtine binê beyanê dikim û dibêjim mala we ava be, bi derengî be jî we tiştekî baş kiriye.
Lê li alî din ez vê beyanê ji bo kurdên Kurdistana bakur, ji bo hemû rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û hunermendên kurd jî wek şermekê dibînim.
Siyasetmedarê, rewşenbîrê, akademîsyenê, hunermendê, nivîskarê bi kurtî kurdê îro piştgiriye nede vê daxwaza gelê xwe ya herî rewa û demokratîk, ewê kînga bidê…
Di rojeke wiha da gerek bi hezaran siyasetmedar, rewşnbîr, akademîsyen, nivîskar nîşanî dinyayê û dost û dijminên xwe bidin em destegê didin referandûma serxwebûnê.

XXX
Du roj man.
Di 23ê mehê da ez difirim Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad û serbixwe…
Ji nuha da heyecana rêwîtiyê ez girtime.
Êdî deme hatiye gerek ez bi bîna fireh bawila(çentê) xwe hazir bikim.
Heyecan, kêfxweşî, meraq û tirs hemû di dilê min da, di serê min da şerê hev dikin.
Ez ditirsim referandûm di deqîqeya dawî da were îptalkirin, ez û bi mliyonan kurd negihîjin miradê dîtin û pîrozkirina wê rojê û wê serketinê.
Hêvî dikim referandûm neyê texîrkirin û em li Hewlêrê serketina 25ê îlonê pîroz bikin, dîtina wê rojê bibe qismet û nesîbê me…
Lê dîsa jî ya bi xêr, texîr bibe jî, ne be jî nêta min çûyin e…

XXX
Hin risim pir kêfa meriv tînin. Ev rismê Mesûd Barzanî û Hêro Ehmed xanimê gelkî kêfa min anî.
Mesûd Barzanî îro li Silêmaniyê çûye xanima Mam Celal Hêro Ehmed Xan ziyaret kiriye.
Tabloyeke pir xweş e, bi dîtina vê tabloyê gelkî kêfa bûm...



Heyran pesnê me nedin alîkariya me bikin

Hemû Ewrûpa ji gernasî û egîdiya pêşmerge û gerîla ra, ji mêraniya kurdan ra li çepikan dixe.
Her kes dibêje "eşhedûbîlah" kurd egîd û canfîda ne, ne kurd bûna kesî nikanîbû zora a Daîşa dinya qutifandibû bibira.
Lê gava dor tê ser piştgiriya bi kurdan ra û serxwebûnê kurdan, dibêjin hela hinekî din sebir bikin, Daîşê hîn tam neqediya ye.
Heyran pesnê me nedin, alîkariya me bikin. Hewcedariya me ne bi pesnê we, bi alîkariya we ewrûpiynan û dinyayê heye.
Daîş kane 50 salên din, 100 salên din jî neqede.
Û ji xwe ewê neqede jî, çimkî heta îslam ev îslam û ereb û tirk û musilman jî ev musilman bin, bi navê Xwedê Daîş biqede, ewê Maîş derkeve.
Yanî li bende qedandina Daîşê mayin ne tu hawe ye, xapandin e...
Ev 100 sal in em dipên, êdî bes e, em kevzikî bûn...
We çawa Kurdistan perçe kir û kurd kirin bin destê çar dewletan, dibê hûn wer jî wan rizgar bikin.
Ev berpirsiyarî û wacbibekî we ewrûpiyan yê exlaqî ye...



XXX
Ez qet fêm nakim ji bo çi li Tirkiyê hîn meclîs, serokwezîr, wezîr û parlamenter hene?
Tiştê ez ji Stockholmê dibînim di praktîkê da tu fonksiyoneke wan maye, tenê nav e.
Yanî nuha Bîn Alî Yildirim bi rastî xwe serokwezîr e?

Du sal berê ne li dijî Kurdistana serbixwe bû, îro bûye dijminê wê yê herî mezin

Serokê Tirkiyê Recep Taytip Erdogan, du sal berê  li ser perçebûna Îraqê û çêbûna Kurdistana serbixwe wiha gotibû:
”Mesela Kurdsitana serbixwe dibê meriv wek mesleyeke Îraqê ya hundur şirove bike, bibîne. Yanî heger Îraq perçebûneke wiha qebûl bike, ev meseleyeke Îraqê ya nav xwe ye, me eleqeder nake.”   (22 /5-2015)
Lê îro eynî Erdogan li dijî serxwebûna kurda ye, dibêje referandûm û serxwebûna kurdan ji bo me tehdît e.
Erdogan du sal berê xwe li dijî Kurdistana serbixwe nîşan nedida çimkî wê demê referandûm û serxwebûn ne aktul bû, di rojeva kurdan da tunebû. Lema jî ne hewce bû dijayetiya xwe eşkere bibe
Ji bo xapandinê û ji bo xweşkirina dilê Barzanî û kurdên başûr û belkî jî bo xelaskirina peymnana 50 salî ya petrolê digot ew ne li dijî serxwebûna kurda ye, ev meseleyeke nav xwe yî ya Îraqê ye. Xwe wek dostê kurdan nîşan dida.
Yanî gurê di postê mîhê da bû.
Û mixabin Mesûd Barzanî jî bi vê siyaseta Erdogan xapiya, ji vê durûtîya wî bawer kir.
Lê îro mesele bi rastiyê geriya, êdî dawiya xapandinê û derwan hat, ya ewê li dij be ya ewê li gel be.
Ya ewê piştgiriyê bide serxwebûna kurdan ya jî ewê şerê wê bike.
Lema jî mecbûr ma li dijî serxwebûna kurdan derkeve, êdî îmkana manawarayê û derwan nema.
Du sal berê Kurdistana serbixwe mesleyeke Îraqê ya nava xwe bû, lê îro hebûna Tirkiyê tehdît dike, eynî Erdogan dibêje heger Kurdistan çê bibe ewê hebûna Tirkiyê têkeve tahlûkê.
Ez nivîs û lînkên tirkî belav nakim, lê belê ji bo rîkariya berpirsiyarên hukûmetê were dîtin ev nivîs pir muhîm e.

XXX


Berpirsiyarên Tirkiyê ji bo nehêlin referandûma serxwebûnê ya 25ê îlonê çê bibe fêlbaziyên nemayî dikin.
Geh tatbîkatên leşkerî li ser sînor çê dikin û devê tivingê nîşanî kurdan didin.
Geh bi beyanên xwe kurdan tehdît dikin, dibêjin di 22ê mehê da emê nîşanî we bidin emê çi bînin serê we.
Geh sîxurên xwe yên Cepheya Tirkmen li kurdan dielimînin û bi wan kurdan tehdît dikin.
Geh dibêjin haya me jê heye heger hûn referandûmê çêkin Îran ewê tavilê wek guran we bixwe.
Geh jî rola polîsên baş dilîzin û şîretan li kurdan dikin.
Yanî ji bo îptalkirina referandûmê dikevin her kirasî, her dek û dolabê digerînin, her sextekariyê dikin.
Lê ne hukûmet tenê, hemû Tirkiye rabûye ser niga.
Masmedîa tirk, hemû partiyên tirk, hemû dîndar û îslamîstên tirk ji bo referandûmê nedin çêkirin seferber bûne.
Ji bo kurd nebin xwedî dewlet li Tirkiyê kes xew nake, her kes wek mûriyan dixebite.
Welatê me di bin îşxala çar dewletan da ye, bêguman her çar dewlet jî li dijî serxwebûna me ne.
Lê îro tu dewlet bi qasî Tirkiyê û tu milet bi qasî tirkan neyartiya kurdan nake…
Heger refarandûm di 25ê mehê da çê bibe belkî li Tikriyê dilîê gelek kesî raweste ya jî gelek kes întîxar bike…

19 september 2017

Tiştê ji bo tirkkan baş û rast e ji bo kurdan şaş û qebhet e

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û heyeta pê ra li New Yorkê bi nûnerên saziyên yahudî ra civiya û ji wan piştgirî û alîkarî xwest.
Civînê 40 deqîqe ajot.
Gava tirk bi siyasetmedar û nûnerên yahûdiyan ra, bi nûnerên Îsraîl ra rûdin, civînan çê dikin siyaset e, dîplomasî ye. Hemû tirk jê ra li çepikan dixin.
Lê gava kurd eynî tiştî dikin dibe îxanet, dibe sîxurtiya Îsraîl.
Yanî rûniştina Erdogan bi yahûdiyan û berpirsiyarên Îsraîl ra dîplomasiye, baş e, lê rûniştina kurdan, têkiliya wan bi yahûdî û berpirsiyarên Îsraîl ra dibe qebheteke giran !
Di nava me kurdan da hîn jî gelek bêaqilên di bin tesîra vê propagandeya tirkan da dimînin û neyartiya Îsraîl dikin pir in…

XXX
Tirkiyê îcar Cepheya Tirkmen berra kurdan da, bi Cepheya Tirkmen Kurd bi şer tehdît kir
Tehdîdên Tirkiyê yên dîrekt ne bes e, îro jî serokê Cepheya Tirkmen Erşat Salihî li Anqerê kurd bi şer tehdît kiriye, gotiye heger kurd referandûmê îptal nekin ewê şer derkeve.
Yanî ewê êrîşî kurdan bikin.
Helbet Erşat Salihî borozana Tirkiyê ye, Tirkiye van gotinan pê dide gotin.
Mimkûn Tirkiye bi destê Cepheya Tirkmen li Kerkûkê teşxeleyekê derxe.
Bi hezaran leşkerên tirk li Kurdistanê hene, Tirkiye kane bi wan hin provaksyonan bike û bibêje kurdan tirkmen qetil kirin.
Yanî bi navê tirkmen hin tevlihevî û provakasyonan derxe. Ev potansîyela Tirkiyê heye.
Û berpirsiyarê vê yekê jî kurd bixwe ne, wan heta nuha destûr dan bi hezaran leşkerên tirk li Kuristanê bimînin.
Îro jî Tirkiye kane bi wan leşkeran û Cepheya Tirkmen bela xwe di kurdan bide û bi vî rengî serê kurdan têxe teşxelê.
Îhtîmala provaksyonên bi destê Cepheya Tirkmen ji îhtîmala êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê pir zêdetir e.
Ne îro tenê, Tirkiyê her tim tirkmenên Kurdistana Başûr li hemberî kurdan wek çeteyên xwe bi kar anîne û îro jî kane eynî tiştî bike.
Bêguman Erşad Salihî bi xwe ne tu tişt e, yê wî dide peyivandin Tirkiyê ye, hevsarê wî di destê Erdogan da ye. Erdogan çi emrî bide wî, ewê wiya bi cî bîne.



Nabênkariya Tirkiyê ji dijminatiya wê ya eşkere tahlûketir e



Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Al-Monitor ra gotiye Tirkiye kane di nabêna Hewlêrê û Bexdayê  da nabênkariyê bike.
Ev pêşniyara Tirkiyê zindîqiyeke pir mezin e û ji neyartiya Tirkiyê ya vekirî pir û pir tahlûketir e.
Gerek kurd dûpişkê nekin paxila xwe…
Tirkiye tiştê bi gefan, bi zorê nikane bi dest xe, dixwaze bi ”dostîyeke durû”  û bi riya ”nabênkariyê” bi dest xe.
Dibê kurd tu carî ”garantorî, nabênakarî”  û filan û bîvanê  Tirkiyê qebûl nekin.
Heger qebûl bikin ewê malikê li xwe bişewitînin.
Tirkiyê tiştê anî serê Şêx Mahmûd Berzencî ewê bîne serê Mesûd Barzanî û kurdan jî.
Tirkiye bi qasî dijminê kurdên Bakur û PKKê û PYDê ye, hewqasî  jî  dijminê  PDKê, Barzanî û kurdên Başûr e.
Tirkiye ne li dijî şex û partiyan e, li dijî avabûna dewleta kurd e, li dijî Kurdistana serbixwe ye.
Kîjan serok, kîjan partî dewleta kurd û serxwebûna Kurdistanê bixwaze Tirkiye li dij e û dijminê xwe dibîne.
Kurdê ev siyaseta Erdogan fêm nekiribe ne biaqil e…


Çi bi zor û bi gefan be û çi jî bi rêya ”nabênkariyê”  be Tirkiyê dixwaze referandûma serxwebûna ya 25ê îlonê nede çêkirin.
Û ji bo bigihîje vê mexseda xwe her rêyê, her taktîk û metodê bi kar tîne; geh devê tivingê nîşanî kurdan dide, geh dibêje ez xêra we dixwazim.
Û di ber ra jî çeteyên xwe yên Cepheya Tirkmen li kurdan dielimîne, berra kurdan dide...
van tiştan hemûyan ji bo betalkirina referandûmê dike.
Çimkî  Anqere baş zane di referandûmê da Kerkûk jî di nav da, piraniya kurdan ewê  ji serxwebûnê ra bibêje ERÊ !
Tirkiye, Îraq û Îran naxwazin ev îradeya miletê kurd û gelên Kurdistanê diyar bibe, dinya bibîne kurd û gelênKurdistanê(ereb, tirkmen, asûrî-suryanî, ermenî)  serxwebûnê dixwazin.
Heger Tirkiyê bizanîbûya ewê ji referandûmê NA derkeve, ewê li dijî referandûmê derneketa.
Lê zanin di referandûma 25ê îlonê da piraniya kurdan û gelên din ewê ji serxwebûna Kurdistanê ra bibêjin  ”ERÊ” !
Tirkiye dixwaze ev îradeya gel dernekeve ortê û Kurdistan çênebe.
Lema jî Tirkiye wek welatekî biyanî xwe tevî karûbarê kurdan û welatekî din dike.
Tu mafekî Tirkiyê tuneye xwe tevî gelşa Îraqê û referandûma 25ê îlonê bike. Ev meseleyeke nabêna Îraqê û kurda ye.
Lê ji bo ku Tirkiye naxwaze kurd li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî dewlet, lema ji Îraqê bêtir zextê dide ser kurdan.
Lema jî li alîkî li Kerkûkê bi destê Cepheya Tirkmen prowakasyonan dike, kurdan didin gulebaran kirin(îro li Kerkûkê merivên Cepheya Tirkmen pêşmergeyek kuştine û çend kes jî birîndar kirine), serokê Cepheya Tirkmen bera pêxîla kurdan didin, dibêjin heger hûn referandûmê çêkin ewê şer derkeve.
Û li aliyê din jî Çavuşoglu demagojiya ”nabênakariyê” dike.
Dibê kurd nehêlin, qebûl nekin Tirkiye bi tu hawî tevî mesela referandûmê bibe.
Dibê kurd ji Tirkiyê ra bibêjin bela xwe ji me vekin bes e, em nabênakriya we naxwazin.
Heger hat û kurd mecbûr man referandûmê îptal bikin ya jî demekê bi paş xin, dibê viya bi garantîya Neteweyên Yekbûyî û dewletên mezin bikin, lê belê Tirkiyê û Îranê ebeden tevê nekin. Tevêbûna Tirkiyê malwêraniya kurda ye.


Hin kurd bindestiyê, bêdewletiyê wek fazîletekê dibînin



”Yên dixwazin kurdan bêdewlet bihêlin ya kesên dewleta wan heye, ya jî kurdên ji ber ku dewlet wan tuneye jiyana xwe ya li kuçê wek fazîletekê dibînin, yanî kurdên êdî fêrî jiyana li kuçê bûne…
Dewlet him mafê kurda ye, him jî lazim e.
Guh nedin neyar û xêrnexwazan.”
///Mucahît Bîlîcî

Rast e naveroka meselê ev e, yên li dijî serxwebûn û dewleta kurd in dijminên me yên xwedî dewlet in, dijayetiya wan meriv fêm dike. Dijmin in, naxwazin em jî wek wan bibin xwedî dewlet.
Lê fêmkirina kurdên li dijî dewleta kurd in zor e.
Wek Mucahît xoce jî gotiye bi rastî jî kesên carê fêrî jiyana kuçê, jiyana bindestiyê bûne.
Bûne wek narkoman û alkolîstên fêrî  jiyana kuçê bûne, ji jiyana kuçê hez dikin.
Li Ewrûpa kesên jiyana li kuçê tercîhî  jiyana malê dikin pir in. Dewlet çi dike jî nikane van kesan ji kuçe û kolanan, ji wê jiyana perîşan û sefîl biqetînin.
Heta dawiya jiyana xwe li kuçê dijîn û li kuçê dimrin.
Wek van narkoman û alkolîstên li kuçeyên bajarên Ewrûpayê, hin kurd jî  fêrî bindestiya tirk û ereban bûne û dewleteke kurd red dikin, dibêjin bindestî, koletî xweştir e, em dixwazin wiha bijîn, wiha bimînin.
Bi taybetî jî kurdên fêrî bindestiya tirkan bûne û ji koletiya ji tirkan hez dikin pir in û ji viya jî qet şerm nakin. Her roj di telewîzyon û di medyaya tirk da dxwaza xwe eşkere dibêjin.
Dibêjin em naxwazin ji bindestiya tirkan xelas bibin û bibin xwedî dwleteke kurd. Çimkî em ji halê xwe memnûn in. Em carê fêrî bindestiyê, xulamtiyê bûne û em dixwazin wiha bimînin.
Alkolîst û narkomanên kuçeyan bi xwe li kuçê dijîn, lê jiyana xwe li ser kesî fez nakin, ji kesî ra nabêjin  jiyana di malan da xerab be, gerek kes nebe xwedî mal û xanî, gerek her kes wek me li kuçê bijî.
Ji kesî ra tiştekî wiha nabêjin, tenê ji bo xwe jiyaneke wiha tercîh kirine.
Lê kurdên fêrî jiyana bindestiyê bûne dixwazin kurdên din jî wek xwe fêrî jiyana bindestiyê bikin.
Ya xerab ev e.



18 september 2017

Mesela me û dijminên me ne mesela kî bi heq e û kî neheq e...

Mesela me û dijminên me ne mesela kî bi heq e, kî neheq e, em ji erd heta bi ezmên bi heq in, lê em nikanin heqê xwe ji wan bistînin
Mesele ev e…
Dibê em ji heqî û neheqiyê wêdatir, rêya stendina heqê xewe manaqaşe bikin.
Hin kes ji bo îspat bikin Îraq, Tirkiye û Îran li ser me neheq in numûne û argumentên di cî da, bi heq û rast li dû hev rêz dikin.
Birayên ezîz, mesela me û dijminên me, Îraqê, Tirkiyê, Îranê û Sûriyê ne mesela kî bi heq e, kî neheq e.
Her kes zane ev her çar dewlet jî ji erd heta bi ezman li ser me neheq in.
Bi darê zorê welatê me ji me stendina  û em jî ji xwe ra kirine bindest û kole, zulmeke nedîtî li me dikin.
Dinya jî vê rastiyê zane.
Lema jî mesela me û dijminên me ji mesela kî bi heq e, kî neheq e wêdatir,  emê heqê xwe yê hatiye xespkirin, welatê xwe yê hatiye dagirkirin çawa û bi kîjan riyê ji van zaliman bistînin?
Ji bo em kanibin heqê xwe ji Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê bistînin du rê li ber me hene; rêya rehet û rêya zorê.
Yanî ya ewê bi rehetî heqê me bidin me ya jî emê bi zor ji wan bistînin û li welatê xwe azad ş serbixwe bijîn.
Lê problem ev her çar dewlet jî mafê me bi rehtî nadin me.
Û bi zorê jî em nikanin bi wan.
Her çar dewlet jî dibêjin gerek hûn kurd tu carî nebin xwedî dewlet, gerek Kurdistaneke serbixwe çê nebe û gerek heta û heta hûn koleyê me bimînin, heta hûn dihelin dibin ereb, faris û tirk.
Bi kurtî tiştê tirk, faris û ereb ji me ra dibêjin ev e….
Û wek cizîrî dibêjin, dinya jî ”bênamîs” e ew jî alî ma nake.
Îcar emê çawa kanibin mafê xwe ji van her çar dewletên zebelih, zalim û şovenîst bistînin mesele ev e, ne hewceyî  rêzkirina argumentên heqiya me nîşan didin.



Bi bertîl û rişwetê Tirkiye nabe dostê kurdên başûr

Dijminatiya tirkan ya bi kurdan ra, kîn û nefreta di madyayê da, di medyaya sosyal da li hemberî miletê kurd dimeşînin kurdê ji kurdayetiyê herî dûr jî dike kurd.
Çimkî înkar jî, bêdengmayin jî, heta dijminatiya tevgera kurd kirin jî êdî yê kurd ji êrîşa tirkan û dewleta tirk xelas nake. Eslê wî, bajarê lê hatiye dinê têra ”xayinî” û terorîstiya wî dike.
Ji bo dewleta tirk, hukûmeta AKPê û ekseriyeta miletê her kurd potansiyel ”xayin” û ”terorîst” e û lema jî dibê were pelçiqandin û terorîze kirin.
Lê neyartiya Tirkiyê û tirkan ya bi kurdan ra, bi kurdên Kurdistana Bakur tenê ne sînorkirî ye, kurdên hemû beşên Kurdistanê jî neyarên wan in û lema dibê li başûr û rojava jî serê van dijminan were pelçiqandin.
Siyaseta Tirkiyê li hemberî kurdan îro ev e û miletê tirk jî û medyaya tirk jî bi dil û can li pişt vê siyaseta hukûmetê ye…
Gerek kurdên her çar perçên Kurdistanê vê yekê bibînin û li hemberî Tirkiyê xwedî siyaseteke netewî bin.
Bi taybetî PDK û kurdên başûr gerek bizanibin bi bertîlan Tirk nabin dostê wan, dev ji neartiya wan bernadin.
Kurdistan kirine wek herêmeke Tirkiyê, aborî bi temamî bi Tirkiyeve hatiye girêdan, petrola kurdan 50 salî dan Tirkiyê, lê Tirkiye dîsa jî dev ji dijminatiya wan bernade.
Efendim em ne kurdên bakur in, em bela xwe di Tirkiyê nadin, em hevaltiya PKKê nakin, bi gotinên wiha kurdên başûr û rojava ji xezeba Erdogan û Tirkiyê xelas nake.
Îspata vê jî êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Başûr û ser Mesûd Barzanî ye, Tirkiye ji bo kurdên xwe û PKKê çi difikire ji bo kurdên başûr û Barzanî jî eynî tiştî difikire û dike.
Her tişt êdî li ber çava ye…

XXX
Kurd bi xwe yekîtiya xwe çênakin, belkî dijmin bi gef û êrîşa xwe wan mecbûrî yekîtiye bike.
Şiyarbûna me tim bi xêra zulma dijmin bûye.
Heta dijmin pê li serê me nekiriye, em nekuştine hişê me nehatiye serê me.
Diyar e îcar jî ewê eynî tişt bi xêra êrîşên Tirkiyê û Îranê Îraqê dubare bibe,
Kurdên îslamî heger bi rastî kurd in gerek li hemberî vê zorbatiya Tirkiyê û Îranê dengê xwe bilind bikin û destê xwe bidin birayên xwe yên di bin gef û êrîşa van dewletan da ne...

XXX


Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan derketiye û gotiye ”heger Kurdistan ji Îraqê cihê bibe ewê deriyê sînor bigrin.”
Ji bo kurd azad nebin û Kurdistan çênebe wek Tirkiyê û Îraqê, Îranê jî her tiştî bike û her gefê li kurdan bixwe.
Ev dihat texmînkirin.
Lê kurd teslîmî van gefan nabin.
Çimkî kurd bi referandûmê tu tiştekî neheq, sûc û bêqanûnî nakin.
Referandûm ne ji bo emê Îraqê îşxal bikin ya na ?
Bi referandûmê em tenê ji gel dipirsin hûn serxwebûnê dixwazin ya na?
Tiştê Tirkiye û her milet kane bike, çima kurd ewê nikabibin bikin?
Hukûmeta AKPê heta du referandûm kirin.
Ne Îran û ne jî Îraq li dij referandûmên Tirkiyê derneket û negot hûn nikanin bikin.
Tiştê ji wan ra heq e ji me ra qebhet e, ne wisa ?
Lê weleh gerek kurd vê neheqiyê qebûl nekin û referndûmê bikin…
Hema Îran û Tirkiye çi dikin bira bikin…

17 september 2017

Kurd referandûmê betal nakin

Encûmena Bilind a Referandûmê bi beyanekê diyar kir referandûm ewê di wexta xwe da(25/9) çê bibe.
Encûmena Bilind a Referandûmê îro di bin serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da civiya û pêşniyara heyeta Amerîka, Îngilistan û nûnerê Neteweyên Yekbûyî guftûgo kir.
Piştî civînê Encûmena Bilind a Referandûmê daxuyaniyek belav kir. Di beyanê da tê gotin pêşniyara civaka navdewletî ji alî serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ve hatiye nirxandin.
Ya yekem: Serkirdeya siyasî di pêşniyarê da garantiyeke wan tatmîn bike nedîtiye û lema jî ewê proseya referandûmê berdewam be.
Lê li alî din hukûmeta Kurdistanê hevdîtin û guftugoyên li ser referandûmê ewê bi Bexdayê û bi civaka navdewltî ra bidomîne.
Bi kurtî kurd referandûma 25ê îlonê îptal nakin û ji bo îptalkirinê jî hîn tu pêşniyareke wan îqna bike nehatiye kirin. Lê danûstendin berdewam in…

XXX


Kurdan gelekê caran nemirovî û barbariya serok û îdareciyên dewleta tirk efû ya jî ji bîr kirine.
Vê yekê ew li hemberî kurdan aşûnî û pir jî bêexlaq kirine.
Kemalîzim, nasyonalîzma tirk bûye dîn û îmana wan.
Ne yê musilman bi rastî musilman e û ne jî yê çep bi rastî çep e û li gorî îdeolojiya çepîtiyê hereket dike.
Nasyonalîzma tirk, yanî neyartiya kurdan hemû îdeolojî, hemû bawerî û hemû nirxên însaneyetiyê li ba tirkan û berpirsiyarên tirk pûç kiriye.

Hêvî dikim ev bêtar ji hezar nesîhetê baştir be


Ji bo însan ji hin bûyeran ibretê bigrin û di rêya xwe ya şaş da israr nekin gotineke pêşiyan yapir xweş heye, ”musîbetek(bêtarek) ji hezar nesîhetê baştir e. ”
Yanî hin kes hene tu çiqasî jê ra dibêjî, çiqas şîretan lê dike jî ji xeta xwar dernakeve û nayê ser rêya rast.
Lê gava di wê rêya wî ya şaş da bêtarek, busîbetek tê serî a wê çaxê dev ji wê şaşiya xwe berdide û tê ser rêya rast.
Yanî bêtarek ji hezar şîretê bêtir tesîrê lê dike.
Ez dibêjim ev gef û êrîşa Erdogan(di 22ê îlonê da emê nîşanî we bidin) ya ser Mesûd Barzanî û referandûma serxwebûnê belkî bibe wesîleya kurdên  AKPê û dewletê  ji Erdogan dûr kevin, yanî bibe bêtara ji hezar şîretê bitesîrtir.
Û her wisa Mesûd Barzanî jî careke din fêm bike Tirkiye, Erdogan ne dîwarekî saxlem e, dijminekî pir tahlûke ye, gerek meriv tu carî baweriya xwe bi tu sozê Tirkiyê neyne.
Heta nuha hin kurdan wer bawer dikirin , Trkiye hukûmeta AKPê dijminê PKKê tenê ye, ne dijminê PDKê û Mesûd Barzanî ye, heta dostê Barznî ye, filan û bîvan…
Helbet gelekan zanîbûn rastî ne wiha ye, Erdogan bi qasî neyarê PKKê ye hewqasî jî neyarê PDKê û Barzanî ye jî.
Lê ji bo çend qurişên pîs rîyakarî dikirin, ev rastî qebûl nedikirin, têkiliyên Tirkiyê PDKê  û Kurdistana Federe ji bo berjewendiyên xwe îstîsmar dikirin.
Lê bi van êrîşên Erdogan yên ser Mesûd Barzanî û Kurdistana Başûr êdî îdîa û vira Erdogan dostê PDKê û kurdên Başûr e, dijminatiya Barzanî û serxwebûna kurdên başrû nake pûç bû.
Derket ortê Erdogan ji Ebadî bêtir dijminê Barzanî û kurdên başûr e. Tirkiye kurdên Başûr bi îşxalê tehdît dike, dibêje em qebûl nakin hûn referandûmê çêkin, em qebûl nakin hûn bibin xwedî dewlet û gelek zirt û gefên din li dû hev rêz dikin…
Kurdê ne zilamê Erdogan û dewleta tirk be, piştî van gefên Erdogan û tirkan dibê êdî ji AKPê û ji Tirkiyê dûr bikeve û li hemberî  gefên Erdogan piştgiriyê bide Barzanî.
Û her wisa dibê ev êrîşa Erdogan ya ser referandûmê û ser Mesûd Barzanî  dibê ji bo kurdên ENKSê jî bibe bibe ibret, bibe bêtareke ji hezr nesîhetê çêtir…
Erdoganê bi vî rengî, bi vê neyartiyê êrîşî Mesûd Barzanî bike û kurdan bi îşxalê tehdît bike, ewê çi bîne serê kurdên ENKSê êdî hûn texmîn bikin.
Heger bi rastî hûn kurd in û doza kurdayetiyê dikin, zû xwe ji nav lepên Tirkiyê xelas bikin û herin bi birayên xwe yên PYDê ra destên xwe bidin hev û li hev bikin.
Dibê hûn baş bizanin roja karê Erdogan bi we biqede û bi Mesûd Barzanî ra werin hemberî hev ewê ji FETO(ji Gulen) xerabtir li we bike.
Ji min gotin…

Serokên tirk bi dor gefan li kurdan dixwin

Piştî gefa Erdogan, îro jî serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî li dijî referandûma 25 ê îlonê deketiye, Kurdistana Başûr tehdît kiriye û gotiye”
”Referandûma êwê were çêkirin mesleyeke me ya milî ye. Di vî warî da emê her gavê bavêjin. Dibê kes ji viya şikê neke.”
Min fêm nekir referandûma li welatekî din çima welatê Bînalî Yildirim dixe tahlûkê, çima ji bo Yildirim dibe meseleyeke ewlekariyê?
Kurd ji bo êrîşî ser Tirkiyê bikin ya jî nekin referandûmê çê nakin, ji bo ewê bi Îraqê ra bimînin ya jî serxwebûna xwe îlan bikin çê dikin.
De îcar çi ji we ra, çima hûn xwe tevê dikin?
Lê hema çi ji destê we tê texsîr nekin, hûn bêminet in.
Maşalê hûn êrîşî kurdan bikin û bi vî rengî êdî ev sînorên sûnî jî rabin û Kurdistana başûr û bakur bibe yek. Û kurd êdî dev ji 4 Kurdistanan berdin û ji bo yek Kurdistana mezin micadelê bidin.



XXX
Fermo li vê vîdeoyê guhdarî bikin û bibînin leşkerên tirk çi anîne serê 130 koçberên ji Kurdistana Başûr, ji ber kurd in heqaretên nemayî li wan kirine û ji dêlî Kurdistana Başûr bi zor ew totî Sûriyê, bajarê Idlibê kirine…
3 milyon ereb didin ser serê xwe, lê vê namerdiyê bi kurdan ra dikin.
Ez çi bikim kurdên bênamûs pir in, hinek hîn jî zilamtiya vê rejîma nazîst û neyarê qewmê kurd dikin.

PARVE BIKE