18 september 2017

Bi bertîl û rişwetê Tirkiye nabe dostê kurdên başûr

Dijminatiya tirkan ya bi kurdan ra, kîn û nefreta di madyayê da, di medyaya sosyal da li hemberî miletê kurd dimeşînin kurdê ji kurdayetiyê herî dûr jî dike kurd.
Çimkî înkar jî, bêdengmayin jî, heta dijminatiya tevgera kurd kirin jî êdî yê kurd ji êrîşa tirkan û dewleta tirk xelas nake. Eslê wî, bajarê lê hatiye dinê têra ”xayinî” û terorîstiya wî dike.
Ji bo dewleta tirk, hukûmeta AKPê û ekseriyeta miletê her kurd potansiyel ”xayin” û ”terorîst” e û lema jî dibê were pelçiqandin û terorîze kirin.
Lê neyartiya Tirkiyê û tirkan ya bi kurdan ra, bi kurdên Kurdistana Bakur tenê ne sînorkirî ye, kurdên hemû beşên Kurdistanê jî neyarên wan in û lema dibê li başûr û rojava jî serê van dijminan were pelçiqandin.
Siyaseta Tirkiyê li hemberî kurdan îro ev e û miletê tirk jî û medyaya tirk jî bi dil û can li pişt vê siyaseta hukûmetê ye…
Gerek kurdên her çar perçên Kurdistanê vê yekê bibînin û li hemberî Tirkiyê xwedî siyaseteke netewî bin.
Bi taybetî PDK û kurdên başûr gerek bizanibin bi bertîlan Tirk nabin dostê wan, dev ji neartiya wan bernadin.
Kurdistan kirine wek herêmeke Tirkiyê, aborî bi temamî bi Tirkiyeve hatiye girêdan, petrola kurdan 50 salî dan Tirkiyê, lê Tirkiye dîsa jî dev ji dijminatiya wan bernade.
Efendim em ne kurdên bakur in, em bela xwe di Tirkiyê nadin, em hevaltiya PKKê nakin, bi gotinên wiha kurdên başûr û rojava ji xezeba Erdogan û Tirkiyê xelas nake.
Îspata vê jî êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Başûr û ser Mesûd Barzanî ye, Tirkiye ji bo kurdên xwe û PKKê çi difikire ji bo kurdên başûr û Barzanî jî eynî tiştî difikire û dike.
Her tişt êdî li ber çava ye…

XXX
Kurd bi xwe yekîtiya xwe çênakin, belkî dijmin bi gef û êrîşa xwe wan mecbûrî yekîtiye bike.
Şiyarbûna me tim bi xêra zulma dijmin bûye.
Heta dijmin pê li serê me nekiriye, em nekuştine hişê me nehatiye serê me.
Diyar e îcar jî ewê eynî tişt bi xêra êrîşên Tirkiyê û Îranê Îraqê dubare bibe,
Kurdên îslamî heger bi rastî kurd in gerek li hemberî vê zorbatiya Tirkiyê û Îranê dengê xwe bilind bikin û destê xwe bidin birayên xwe yên di bin gef û êrîşa van dewletan da ne...

XXX


Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan derketiye û gotiye ”heger Kurdistan ji Îraqê cihê bibe ewê deriyê sînor bigrin.”
Ji bo kurd azad nebin û Kurdistan çênebe wek Tirkiyê û Îraqê, Îranê jî her tiştî bike û her gefê li kurdan bixwe.
Ev dihat texmînkirin.
Lê kurd teslîmî van gefan nabin.
Çimkî kurd bi referandûmê tu tiştekî neheq, sûc û bêqanûnî nakin.
Referandûm ne ji bo emê Îraqê îşxal bikin ya na ?
Bi referandûmê em tenê ji gel dipirsin hûn serxwebûnê dixwazin ya na?
Tiştê Tirkiye û her milet kane bike, çima kurd ewê nikabibin bikin?
Hukûmeta AKPê heta du referandûm kirin.
Ne Îran û ne jî Îraq li dij referandûmên Tirkiyê derneket û negot hûn nikanin bikin.
Tiştê ji wan ra heq e ji me ra qebhet e, ne wisa ?
Lê weleh gerek kurd vê neheqiyê qebûl nekin û referndûmê bikin…
Hema Îran û Tirkiye çi dikin bira bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE