02 september 2017

Bi qasî kurd motajî Emerîkayê ne Emerîka jî motajî kurda ye



Ahmed Zekî gotiye ”Kurdistan bêyî Emerîka nabe. Di Serî da Barzanî, dibê hemû kurd vê yekê bizanibin. Her wisa li Rojhilata Navîn Emerîka jî bêyî Kurdistan nabe. Kurd bi saya Emerîka ewê yekîtiya xwe çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin. Û Emerîka jî bi xêra kurdan ewê ji nuh ve vegere Rojhilata Navîn.”
Bi baweriya min jî ev dîtin û fikreke rast e.
Bêyî dostî û alîkariya Emerîkayê avabûna Kurdistanê pir zor e. Heger emdixwazin ji bindestiyê xelas bibin û li herêmê Kurdistaneke serbixwe ava bikin, gerek em miheqeq dostî û destega Emerîkayê qezenc bikin.
Bêyî viya nabe.
Ev yek him li kara me ye û him jî ewê riya me ya serxwebûnê kintir û hêsantir bike.
Helbet bi qasî me, li herêmê hewcedariya Emerîkayê jî bi dostiya miletekî wek kurdan demokrat, ne neyrê Xerbê û Emerîkayê û berê wî bi Xerbê da heye. Emerîkayê jî ev yek baş fêm kiriye.
Û ji xwe lema jî guh nade îtîraz û qîjeqîja Tirkiyê û alîkariyê bi PYDê ra dike, guh nade îtîrazên Tirkiyê.
Di çend nivîsên xwe da ez li ser vê meselê sekinîm û min got bi qasî kurdan, Emerîkayê jî muhîmiya kurdan fêm kriye. Zane bêyî kurdan nabe.
Bi qasî fikrê bêyî Emerîka Kurdistan ava nabe, gotina bêyî alîkariya kurdan Emerîka nikane li herêmê bibe xwediyê dost û hevkarekî pêbawer jî rast e.
Tirk, ereb û faris ne mimkûn e bibin mitefikên Emerîka yên saxlem û pêbawer.
Tirkan ev yek pir baş fêm kirine, lema jî her roj kurdan bi ”zilamtî” û hevalbendiya Emrîka û Îsraîl sûcdar dikin.
Yê girîngiya dostî û hevalbendiya Emerîkayê baş fêm nekirine hin kurdên çep û îslamî ne.
Lema jî ji kêmaqilî êrîşî Emerîka û Îsraîl dikin.
Barzanî, Talabanî, bi kurtî hemû kurdên başûr girîngiya dostî û hevalbendiya Emerîkayê pir baş fêm kirine û di vî warî da meriv kane bibêje siyaseteke pir baş û serketî jî dimeşînin.
Problem ne kurdên başûr û rojava ye, problem kurdên bakur, PKK ye. Heger PKK dev ji siyaseta rastkirina qûna dewleta tirk û ”demokratîk cumhûriyetê” berde û siyaseteke netewî û li gorî dostî û mitefîkiya Emerîka û Îsraîl bimeşîne, bi van herdu dewletan ra neyên hemberî hev sedîsed emê li Kurdistana Rojava jî bi ser kevin û xwe bigihînin Behra Spî.
Tirk çi bikin jî, heta Emerîka nebe dijminê me tişt nabe, emê bigihîjin hedefa xwe, Kurdistana mezin û yekbûyî ewê çê bibe.
Ya muhîm em Emîka nekin dijminê xwe, bi xwe ra dost û mitefik bihêlin….
Bi qasî tirkan em kurd jî muhîmiya hevalbendiya Emerîkayê fêm bikin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.
Hêvî dikim PKK jî û kurdên îslamî jî vê rastiyê bibînin û dev ji fikrên xwe yên sabit yên antî Emerîka, antî Îsraîl û antî emperyalîst berdin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE