03 september 2017

Cahil û cehalet



Merivên cahil di her civatê da hene. Lê belê di civatên ataerkil yên wek Tirkiyê û Kurdstanê da gelkî zêdetir in.
Çimkî kultur, sîstem naxwaze, nahêle zanîn, ilim bi pêş keve û însan ji nezaniyê û ji cahiliyê xelas bibin.
Nezanî û cahiliya însanan kar û îktîdra serdestan rehettir dike.
Cahil hindik difikirin lê pir dipeyivin û xwe tevî her tiştî û her meselê dikin. Li ser her meselê xwedî fikir û dîtinên sabit in.
Lê ne tenê ji nava xwe pir razî ne, yê hemberî xwe jî pir bi rehetî bi nezaniyê û heta bi cahiliyê îtham dikin.
Çimkî cahil cesûr e.
Wek me got, cahil pir ji xwe bawer û xwediyê fikrên sabit in. Her tim ew rast û bi heq in.
Cahil şaşiyên xwe ebeden qebûl nakin û her babetê guherandinên fikrî, siyasî û îdeolojîk ya herî biçûk jî red dikin.
Li gorî cahil her tiştê ew zane rast e û her dîtin û fikrê ew ne pê ra ji kok da şaş û beradayî ye…
Qet îhtîmalê nade belkî yê şaş ew be.
Merivê zane tenê bi hin tiştan zane, lê yê cahil her tiştî zane û bi wî çavî jî li xwe dinêre.
Lema jî li ser her tiştî û di her warî da him xwedî fikir bawerî ye.
Bêguman bi cehaletê û cahil qesta min ne nezanî û nezan e.
Qesta min nezanê haya wî ji nezaniya wî tuneye û xwe pir zane dihesibîne û di viya da jî pir israr dike.
Û ji ber vê cahiliya xwe, bêyî haya wî jê hebe, carinan heddê xwe derbas dike, xwe tevî tiştê nizane dike.
Dibê meriv hevaza xwe ji cahilan bike, bi wan ra nekeve minaqeşê. Îqnakirina cahilan ne mimkûn e. Heta nuha tu zanayekî, tu alimekî zora cahilekî nebiriye…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE