10 september 2017

Dewlet li Diyarbekrê xaniyên gelê Sûrê bi ser serê wan da dihedimîne




Boldozerên dewletê bêyî bihêlin, fersendê bidin xelk mitêlên xwe, fera û folên xwe, tiftarên xwe ji hundur malên xwe derxin xaniyan huldişînin.
Bavekî gotiye heger min nekira qîrîn û hawar û negota 4 zarokên min di hundur da ne, ewê xanî bi ser wan da xera hulşandina.
Ez zora zalima ye, çavsorî, bêmerhemetî û bîûjdanî ye.
Lê ji ber nişteciyên Sûrê kurd in hukûemta AKPê her zulmê û hovîtiyê rewayî wan dibîne…
Mihemed Akê şahid û mexdûrê vê hovîtiya hukûmeta AKPê gotiye, “Serokkomar dibêje 'birayên min ên Kurd'. Gelo biratî ev e? Ma biratî, xerakirina xaniyan bi ser serê mirovan da ye? Yên vê dikin ji xwe re dibêjin 'em misilman in'. Gelo misilmantî ev e?"
Birayê Mihemed dibê tu û hemû kurd bizanibin musilmantî ev e, ancax musilman vê zulmê û vê hovîtiyê li însanan bikin.
Bawer bikin li Ewrûpayê, li welatekî xiristiyan hovîtiyeke wiha qet ne mimkûn e, dewlet tu carî zulmeke wiha li hemwelatiyên xwe, li însanan nake.
Zulmeke wiha ancax li welatekîmusilman dewleteke musilmanan bike. Gerek em kurd viya baş bizanin.
Ma Cumhûriyeta Îslamî ya Îranê ya terorîst her roj kurdan wek gûşiyên tirî bi vîncan ve li ba neke?
Ma meleyên musilman di sedsala 21ê da li Îranê însanan kevir/ricim) nakin?
Yanî ji her xerabî û nerindî ji îslamîst û musilmanan tê….
Li welatên musilman azadî û demokrasî tuneye, lema jî zulm û hovîtî heye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE