09 september 2017

Dijminên bavan tu carî nabin dostên lawan



Heyşt(8)partiyên tirkmen di civîneke çapemenî da gotine ew referandûma serxwebûna Kurdistanê bokot dikin û lema jî ewê beşdarî referandûmê nebin.
Ev heyşt hêz û partî di nava Cepheya Tirkmen da ne.
Dijayetiya Cepheya Tirkmen ya bi kurdan ra ne nuh e, ji roja ev cephe ava bûye neyartiya kurdan dike.
Çimkî Tirkiye li pişt Cepheya Tirkmen e, Tirkiye hêzên di nava vê cephê da li hemberî kurdan pîj dike.
Lê dibê em bizanin Cepheya Tirkmen hemû tirkmenan temsîl nake, piraniya tirkmenan piştgiriyê didin referandûmê.
Ji ber ku Cepheya Tirkmen girêdayî Tirkiyê ye pir normal e neyartiya kurdan bike û li dijî referandûmê derkeve.
Berpisiyarên Cepheya Tirkmen ji dêlî piştgiriyê bidin kurdan, wek nûnerên cepheyeke beasî gotine referandûma 25ê Îlonê li dijî Destûra Îraqê ji Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê xwestine ew ”erkê xwe yê parastina yekparçebûna Iraqê û serxwebûna welêt” bicîh bînin.
Wek tê dîtin ji bo kurd azad nebin, nebin xwedî dewlet mêrikan bindestiya ereban qebûl dikin û wek ereban li yekîtiya Îraqê xwedî derdikvin.
Dost jî dijmin jî di rojên wiha da diyar dibin.
Bi vê beyana xwe Cepheya Tirkmen û hêza, dewleta li pişt wê careke din nîşan dan ew ne dost in, ew dijmin in.

XXX
Kurmê şîrî heta pîrî, yên do li dijî dewleteke kurd ya netewî bûn îro li dijî referandûmê ne



Kurdên asîmîle bûne û ji ziman û edbîyat û kultura kurdî bêpar in,
kurdên hîn jî di nava çep û îslamîstên tirk da ne,
kurdên hîn jî xwediyê îdeolojiyeke çep û komunîst in,
kurdên hîn jî di nava partiyên tirk da ne û Tirkiyê wek welatê xwe dibînin,
kurdên ne ji bo Kurdistaneke serbixwe, ji bo demokrasiya Tirkiyê şer dikin,
kurdên ji hest û şiûra kurdayetiyê bêpar in û tamara kurdperweriyê, welatparêziyê bi wan ra zeîf e li dijî Mesûd Barzanî ne û di bin maskeya dijminatiya Barzanî da li dijî serxwebûna Kurda ne…
Helbet wek di her tiştî da, di nava wan da jî kane hin îstîsna hebin.
Lê ew pir hindik in.
Yên bi hin demagojiyan li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan derdikevin bi piranî çep û komunîstên kevn in, heval û şervanên çepên tirk yên kev in.
Ev grûp do jî li dijî dewleteke kurd ya netewî bû, îro jî li dij e.
Ev celep meriv çi navî li xwe dikin bira li xwe kin, çi demagojiyê dikin bira bikin, bi navê muxalefeta bi Barzanî ra ew naxwazin kurd bibin xwedî dewlet, naxwazin Kurdistan çê bibe…
Kurdistan ne mala Barzanî ye.
Barzanî nikane heta û heta li ser hukim be.
Parastina referandûmê ne parastina Barzanî ye.
Piştgiriya serxwebûnê ne hevalbendiya Barzanî ye.
Yê bixwaze Kuristana serbixwe çê bibe û kurd bibin xwedî dewlet ne mimkûn e li dijî referandûmê derkeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE