14 september 2017

Ev dewlet di gorrê da jî rehetiyê nade kurdan

Leşkerên tirk gorra Seîd Çurukkaya xera kirin
Do li Anqerê bi çeteyên xwe yên siwîl nehîştin termê pîrejineke 85 salî teslîmî axê bibe, were gorkirin, îro li Çewlikê(Bîngolê), li gundê Çelkaniyê gorra Seîd Çurukkaya bi buldozeran xera kirin...
Ev tiştê dibin di esasî xwe da ji irqçîtiyê û faşîmê wêdatir, provayên jenosîdeke mezin e.
Gerek em bala Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û dinya bikşînin ser van kirinên Tirkiyê û tiştên tên kirin.
Li gorî xebera Rûdawê leşkerên tirk vêsê gorra Seîd Çurukkaya(Dr. Silêman)li Çewlikê li gundê Çelkaniyê  bi buldozerê xera kirine.
Piştî gorra Seîd Çurukkaya xerakirine birayê wî Omer Çurukkaya jî girtine û geflê xwarine, lê dû ra berdan e.
Do jî li Anqerê çeteyên hukûmeta AKPê nehîştin  cenazeyê dîya Aysel Tugulkê Xatûn Tugluka 78 salî were gorkirin.
Birrek çeteyên dewletê yên siwîl li ber çavên polîsan êrîşî merasima cenaze kirin, gotin ” Emê nahêlin kurd, elewî, ermenî li vir werin gorkirin. Heger hûn defin bikin jî emê derxin û perçe bikin.”
Li ser vê malbatê termê Xatûn Tuglukê bi şev ji gorra wê derxistin û şandin Dêrsimê.
Îro jî li Çewlikê, li gundê Çelkaniyê, îcar ne bi çeteyên xwe yên siwîl, rasterast bi leşkerên xwe gorra Seîd Çurukkaya xera kirin.
Wek tê zanîn heta nuha li gelek bajarên din gelek gorristanên din jî bi buldozeran xera kirin, yek gorr jî saxlem nehîştin.
Yanî berê jî gelek tiştên wiha kirine.
Wek tê dîtin ev dewlet û hukûmeta AKPê ne tenê neyarê kurdên zindî ye, hewqasî jî neyarê kurdên mirî ye jî, neyarê gorrên me ye jî.
Pir vekirî ye, biryara referandûma Kurdistana Başûr neyarên me har kirine.
Em kurd rû bi rûyê qetlîameke pir mezin in.
Gerek em tavilê hemû gelşên nabêna xwe bidin aliyekî û li hemberî van hovan hêzên xwe bikin yek.
Kurdê sedîsed ne hevalê dijmin e ew jî di tahlûkê da ye. Ji bo tirkan kurdê baş û yê xerab jî neyar e û dibê were îmhakrin.
Hovîtiya li hemberî dîya Aysel Tuglukê îspata vê yekê ye. Aysel Tugluk kemalîsteke pir saxlem e, parêzvana yekîtiya Tirkiyê ye. Lê ev dewlet dîsa jî ew xistin zindanê û ev bêhurmetî û neînsanî li hemberî dîya wê kirin, ev ezab pê dan kişandin.
Lema jî dibê her kurd bizanibe jiyana her kurdî, kurdê li dijî dewletê jî û yê ne li dijî dewletê jî di xeterê da ye.
Tiştên anîn serê ermenî û rûman dixwazin bînin serê me kurdan jî. Tirkiye hazirî û prova vê yekê dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE