11 september 2017

Gava bawrî nemîne benekî xav jî dibe qeyd û merbendeke naqete


”Bêçretiya fêrbûyî”

Wê rojê min li derekê xwend. Li Hindistanê ji bo fîlan kedî bikin hîn dema fîl biçûk in bi zincîrên qalind wan qeyd dikin.
Helbet ne mimkûn e fîlekî biçûk wê zincîra qaland bişkîne ya jî singê zincîr pê va ye rake û xelas bibe…
Fîlê biçûk destpêkê ji bo ji qeydê, ji zincêra di nig da xelas bibe bi hemû hêza xwe pir li ber xwe dide. Lê dike nake nikane zincîrê biqetîne û ji qeyda nigê xwe xels bibe û bigihîje azadiya xwe…
Bi vî hawî sal û zeman derbas dibe, fîlê biçûk mezin dibe, dibe fîlekî pir mezin.
Êdî kane qeyda nigê xwe bişkîne, singê pê ve girêdayî ye pir bi rehetî rake.
Lê belê fîl tu carî teşebusî tiştekî wiha nake, tu carî hewil nade qeyda nigê xwe bişkîne û bigihîje azadiya xwe.
Çimkî wî carê bawerî pê aniye ew nikane ji wê qeydê xelas bibe. Berê, dema biçûk bû gelek caran ceribandiye lê netîce nedaye…
Lema jî ji bo şikandina qeyd û zincîrê qet li ber xwe nade. Êdî tiştê naqete û naşikê ne zincîra di nigê fîl da, baweriya wî ye.
Çimkî baweriya wî ya bi şikandina qeyd û merbenda di nigê wî da nemaye, lema jî bêyî liberxwedan qeyda di nigê xwe da qebûl dike, dibêje ez nikanim vê zincîrê bişkînim, ez mecbûr im het ataliya umrê xwe di vê qeydê da bijîm.
Di psîkolojiyê da ji viya ra dibêjin ”bêçaretiya fêrbûyî.”
Bindestiya sedsalan wek fîl, baweriya gelek kurdan jî şikandiye.
Ev rastiyeke, gerek em viya bizanibin.
Gelek kurd êdî bawer nakin ewê kanibin zora dijminên xwe bibin û ew jî wek wan bibin xwedî dewlet.
Ev ”bêçretiya fêrbûyî” xwe dixe gelek qaliban û bi gelek nav, siyaset û şiklên cuda derdikeve hemberî me.
Sebebê pirbûna xayin, qorîcî û kurdên hevkarên neyarên me, sebebê gelek kurd hewqasî bi rehetî dibin neyarên qewmê xwe ev ”bêçaretiya fêrbûyî” ye. Çimkî êdî baweriya wan bi serketinê nemaye.
Êdî tiştê naşikê û têk naçe ne dewleta tirk e, ne qeweta dijimin e, nemana baweriya wan ya bi azadî û serxwebûnê ye.
Êdî bawer nakin kurd ewê kanibin zora dewleta tirk bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Gava bawerî, îrade bişkê ne zincîr, qetandina tayek dezî û benekî xav jî ne mimkûn e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE