06 september 2017

Gerek meriv ji Ewrûpayê moralê kesên li welêt di nava êgir da ne xera neke

Gerek meriv ji Ewrûpayê, ji mala xwe ya germ moralê kesên li welêt di nava êgir da ne xera neke
Îro li Tirkiyê û li Kurdistanê jiyana her kurdê welatparêz (niştimanperwer), her kurdê li kurdayetiya xwe xwedî derdikeve û doza mafên kurdan yên netewî dike di tahlûkeyê da ye.
Ne garantiya jiyana wî heye û ne jî ya malê wî. Her tim kane were girtin, zindankirin û heta kuştin jî.
Her tim kane her tiştê xwe wenda bike.
Di atmosfereke hewqasî zor û terorîzekirî da domandina kar û xebatên kurdayetiyê ne hêsa ye, jê ra cesaret û fedekarî lazim e.
Lema jî ez hemû siysetmedar û kurdên li Tirkiyê û li Kurdistanê di bin
van şertên giran da kurdayetiyê dikin, xebatên siyasî dimeşînin pir teqdîr dikim.
Hurmeteke mezin nîşanî wan û xebeta wan didim.
Çimkî yên di nava agir da, yên di devê namluya dijmin da ew in, ne Zinar Xamoyê li Stockholmê li mala xwe ya germ rûniştiye.
Carnan meriv hin kêmasî û şaşiyên hin partî, hin kesan û siyasetmedaran dibîne, lê devê meriv nagere, ûjdanê meriv qebûl nake meriv rexne bike.
Ez bi êdî xwe ji vir wiha his dikim.
Ez li vir li Stockholmê di nava rehetiyê da dijîm. Ne tirsa polîsê bi berbanga sibê ra bigre ser mala min di dilê min da heye û ne jî tirsa ezê bi mehan, belkî jî bi salan di hefsê da binalim heye.
Lê ev tirs li Tirkiyê û li Kurdistanê bûye beşekî jiyana her kurdê siyasî û kurdperwer ya rojane.
Di rewşeke wiha da dibê meriv ji Ewrûpayê bi gotin û rexneyên xwe moralê siyasetmedr û kurdên kurdperwer xera neke, moral û destegê bide wan û micadela wan.
Ez viya ji bo hemû partîyên kurd û ji bo hemû kes û siyasetmedarên doza kurd û Kurdistanê dikin dibêjim.
Em nikanin rewşa Tirkiyê û Kurdistanê biguherînin, em nikanin zulm û terora li ser kurdan û partiyên kud rakin, lê qet nebe em kanin bi gotin û nivîsên xwe destegê bidin wan, moralê wan xera nekin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE