08 september 2017

Ji karê pîs ewê bîna pîs were

Serokê Tirkiyê û bavê tirkên îslamîst Recep Tayyip Erdogan, li ser doza li Amerîkayê di heqê Zerrab û wezîrê aboriyê yê kevn Zafer Çaglayan û parêzvanên wî da dom dike gotiye “li pişt van îşan bîneke pir pîs tê…”
Rast e, ji karên pîs û genî, bîna genî tê.
Û ev bîna genî ewê hîn pir belav bibe û gelek kesan jî aciz û nerehet bike…
Serokê Tirkiyê ev yek baş fêm kiriye, lê çi heyf nikane ser vê bîna genî û pîs bigre.
Heger li Tirkiyê bûya ewê ser vê bîna genî beton bikira, nehîşta bîn belav bibe…
Lê çi heyf destê wî nagihîje Amerîka yê, nikane dozgerê li vê dosyayê dinêre ji kar bigre…



XXX
Erdogan dixwaze parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî têxe zindanê û bi vî hawî vî dengê muxalif û parêzvanê mafê mirovan jî ji ber xwe da bixe.
Li ser gotinên Erdogan, dozger di heqê Sezgîn Tanrikulu da jî lêpirsîn daye destpêkirin.
Çima ku Sezgîn Tanrikulu gotibû 4 kesên li Hekariyê bi SIHAyê(balafira bêînsan) hatin kuştin siwîl in, hukûmeta AKPê qiyametê radike, Erdogan û wezîrê karên hundur Soylu êrîşî Sezgîn Tanrikulu dikin, naxwazin bîrûraya giştî rastiyê bizanibe.
Mixabin li Tirkiyê êdî her kes di devê topê da ye, Erdoga kê îşaret bike, bixwaze kê ji ber xwe da bixîne dozger roja din dest bi lêpirsînê dikin.
Mixabin li Tirkiyê êdî her kes di devê topê da ye, Erdoga kê îşaret bike, bixwaze kê ji ber xwe da bixîne dozger roja din dest bi lêpirsînê dikin.
Dibê CHP li hemberî vê êrîşa ser Sezgîn Tanrikulu bêdeng nemîne, roja din dorê were Kiliçdaroglu jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE