16 september 2017

Li Ewrûpayê kurd dibêjin serxwebûn !

Îro li Stockholmê saet di 13.00 da meşa piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr e.
Ez û xanim haziriya xwe dikin, bîsteke din emê bi rê kevin, herin li Meydana Medbotgarplatsenê nîşanî swêdiyan û dinyayê bidin em kurd piştgiriya referandûma 25ê îlonê dikin û em wek miletekî mezlûm serxwebûna xwe dixwazin.
Emê bibêjin lê belê gel ne tê da, dewlet guh nadin daxwaz û mafên miletan, ji heq bêtir li gorî berjewendiyên xwe yên ekonomîk û siyasî hereket dikin.
Bi taybetî li hemberî me kurdan ev sed sal in vê siyaseta bêûjdan û zalimane dimeşînin.
Nuha rewşa kurdên başûr ya siyasî qet ne baş e, him li hundur ne li hev in û yekîtiya wan tuneye û him jî li derve di serî da Amerîka û Îngilistan, Fransa, Îspanya, NY, het aYekîtiya Ewrûpayê jî piştgiriyê nadin referandûma 25ê îlonê.
Bi kêmanî nuha wer dibêjin.
Lê hîn çend roj ji referandûmê ra mane, hêvî dikim ev rewşa xerab biguhere û kurd di pozîsyoneke hîn baştir da herin referandûmê.
Her tim kane her tişt bibe.
Sûcdarên vê rewşê rêberên kurdan bi xwe ne, gerek xwe nexistina vê rewşa xerab ya tenêmayî û bêpişt….



XXX
Çend risim ji mitîng û festîwala piştgiriya referandûma 25ê îlonê ya serxwebûnê.
Îro ji çarhawêlî Swêd bi sedan kurd bi kincên xwe yên gelêrî û bi alên rengîn herikîn Stockholmê, Meydana Medborgarplatsenê û meydan bi alên rengîn xemilandin.
Ev cara pêşî bû swêdî di orta bajêr da dibûn şahidê şahiyeke wiha xweş û bi coş.
Bi qasî kurdan, swêdî jî li ber muzîka kurdî bi kurdan ra coşiyan û kêfxweş bûn.
Destê min li ser dilê min bû, ji ber ku festîwal bi saxî û selematî derbas bû ez pir kêfxweş bûm.
Serketin ya me ye, guh nedin gef û zirtên tirkan. Gur ji baranê bitirsiya ewê ji xwe ra kurkek çêkira.
Mêrê tirsonek bi sînga gewr û boz şa nabe...
Ya muhîm yekîtiya kurda ye, hêvî dikim ew gelşên xwe hel bikin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE