05 september 2017

Li gorî îslamîstan jina serqot wek fringiya qaşkirî ye


”Dibê jina musilman bi tesetur be. Kes fringiya qaşqirî nakire.”
Kovara Akademya ya îslamî û Belediya Uskadarê bi hev ra li Stenbolê bi navê ”Sempozyûma Rojhilata Mezin a Dimeşe” sempozyûmek çêkirine.
Jineke îslamîst bi navê Emine Merve Akyüz li ser jinan teblîxateke bi navê ”Di Kulîyata Rojhilata Mezin da Jin” pêşkêş kiriye.
Emîne Merve Akyuz xanima îslamîst ji bo jinên bêtesetur yanî jinên servekirî, yên xwe nanuxumînin gotiye:
”Dibê jina musilman bi tesetur be. Kes fringiya qaşqirî nakire.”
Wek tê dîtin, ne mêrên îslamîst tenê, jinên îslamîst jî çiqasî bêkultur, prîmîtîv û ji medeniyet û însaniyetê bêpar in.
Jinên îslamîst jî wek mêrên îslamîst, jinan ne wek însan, wek objeyeke(tiştekî) kirîn û firotinê dibînin.
Dînê, baweriya, kultura jna servekirî bişibîne ”fringiya qaşkirî” pir hov, prîmîtîv e û ne yê vê sedsalê ye, dibê meriv red bike…

XXX
Li gorî xebera Sputnikê 500 qatil û terorîstên Daîşê yên tirk teslîmî hêzên pêşmerge bûne.
Hemû jî qatilên pir tahlûke ne û sûcên pir mezin kirine. Bi sedan kurd kuştine û tecawizî namûsa kurdan kirine.
Gelo kurd ewê van qatilên Tirkiyê û malbatên wan çi bike?

XXX
Xwezayê(siruştê, tebîetê)heta bigihîje heywanên kerr û lal jî azadî dayê.
///Tacitus
Însan jî, milet jî gerek azad bin.
Zidê azadiyê bindestî ye.
Gerek tu kurd, tu carî li dijî azadî û serxwebûnê dernekeve, di bin tu şert û mercan, ji ber tu sebeban serxwebûnê red neke...
Heger bike dikeve dewsa koleyê azadiya xwe nexwaze...
Kî serxwebûna Kurdistanê bixwaze(dixwaze bira merivê herî bêtir ez jê nefret bikim) mitefikê min e, raya min jê ra ye...



XXX
Ji bo miletan jî û ji bo însanan jî li vê dinyayê tiştê herî bi qîmet azadî û serxwebûn e.
Ferd û miletên azadîyê û serxwebûnê nexwazin bindestiyê û koletiyê tercîh dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE