14 september 2017

Meriv kane bi kêrê goşt jî hûr bike û wek celadên îslamîst serê însên jî jêke

Hinek bi zanetî ya jî bi nezanî ji bo kurd azadî û serxwebûnê nexwazin, ji bo fikrê dewleteke netewî di serê wan û di dilê wan da çê nebe, bi hin demagojiyan dewletê li ber çavê kurdan reş dikin.
Dibêjin dewlet ne xelasiyeke baş e. Û wek numûne jî Sûriyê, Îraqê,  Tirkiyê, Îranê, axir dewletên zalim, dîktator û faşîst nîşan didin.
Helbet heger ne nezanî be, ev demagojiyeke pir sinsî  ya kesên xêrnexwaz e. Di bin xêliya kurdayetiyê da parastina bindestiyê û koletiyê ye.
Dewlet bi xwe ne baş  e û ne jî xerab e, dewlet bi xwe başiyê û xerabiyê, zulmê nake.
Yê başiyê jî û zulmê jî dike însan e. Yên dewletê îdare dikin, ew in yên baş û xerab û zulimkar.
Yê dewletê dike dewleteke baş û xerab û ji bo armancên baş û xerab bi kar tîne însan e.
Dewlet,  organîzasyoneke ji bo xizmetê ji civatê ra bike, gava hewce be wê ji êrîşên derve biparêze.
Lê hinên tên ser hukim, dewletê xerab bi kar tînin, dikin wasiteya zulmê û terorê.
Ev ne sûcê dewletê ye, sûcê însên e. Sûcê wê rejîmê û kesên dewletê îdare dikin.
Meriv kane bi trênê, bi balafirê  ji însan ra xizmeteke pir baş jî bike, rehetiyê jî bide însanan û kane bibe li derekê biqelibîne(wek terorîstên El- Qaîdeyê di 11ê Îlona 2001ê da li Amerîkayê kirin)û pê qetlîaman jî bike.
Kêr hacetekî pir baş e, bi kerê însanan pir rehet kiriye. Meriv kane bi kêrê îsotê, firingî û goşt hûr bike.
Lê meriv kane bi kêrê însên jî bikuje.
Meriv kane bi kêrê wek Daîşê pê seriyan jî jêke.
Ev ne sûcê kêrê ye, sûcê yê kêrê bi kar tîne.
Yê kêrê ji bo karê baş û xerab bi kar tîne însan e


Ji bo ku hin kes bi kêrê tiştên xerab dikin, ma emê bibêjin kêr xerab e û gerek em kêrê yasax bikin?
Dewlet jî wiha ye, dewletên wek Swêd, Almanya û Emerîka demokratîk  û refahê jî hene û yên otokratîk, faşîst û dîktator, yên wek Îranê, Tirkiyê , Sûriyê û Suûdî jî hene.
Dewleta em çêkin bira ne wek Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Suûdî be, bira wek Swêd, Almanya, Norweçê, Danîmarkayê, Îswîçreyê be.
Ev di destê me da ye, di destê gel da ye.
Yanî bi numûneyên Sûriyê, Îraqê,  Îranê reşkirin û xerabnîşandana dewleta netewî  ne rast e, şaşiyeke mezin e.
Ji xwe dewleta ne netewî, bêyî sinif, bêyî îdeolojî  û felsefe tuneye, her dewlet  ya miletekî  ye, ya jî ya çend milta ye.
Lê her dewlet netewî ye, dewleta bêxwedî, bê milet tuneye û tu carî jî çê nebûye.
Hin kes ji bo kurd serxwebûna xwe nexwazin, ji bo di serê kurdan da fikrê avakirina dewletê û Kurdistaneke serbixwe çê nebe, ji bo bindestiya tirkan wek qedera xwe ya makûs qebûl bikin bi zanetî dewletê li ber çavê kurdan reş dikin, dixwazin kurd azadiyê û serxwebûnê nexwazin û heta û heta di bin destê faris, ereb û tirkan da bimînin.
Heger kurd îro li Tirkiyê ne bindest  û xwedî dewlet bûna tirkan nikanîbû ev zulm li wan bikira, leşkerên tirk nikanîbûn gorristanên wan xera bikirana .
Dewleta mehebûya li hemberî êrîşên Tirkiyê û tirkan ewê em biparastana.
Lê ji ber dewlet ya tirka ye lema jî tirkan diparêze û zulmê li me dike, me dikuje.
Kesên dewletê îdara dikin ji bo parastina tirkan balafiran, tank û topan dikirin û bi wan me dikujin.
Heger dewleta me hebûya emê jî xwediyên balafir, tank, top û IHA bûna. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE