15 september 2017

Ne çepîtîyê ne jî îslamîzimê tu feyde negîhand me

Mucahîd Bîlîcî gotiye, ”Ji bo ku kurd nikanîbû bibe kurd, ji mecbûrî bû çep û îslamîst.”
Gotineke sedîsed rast e.
Bi hêviya di bin rêberî û şemsiya çepîtiyê û îslamîzmê da ewê kanibin bibêjin em kurd in, hebûna xwe bidin qebûl kirin û mafên xwe yên netewî bigrin kurd bûn çep û îslamîst.
Lê derket ortê çepîtî jî û îslamîzim jî ne ew hêz û rêberên kurdan di serê xwe da xeyal dikir, bi qasî tirkên mîlîyetçî û panturkîst, ew jî li dijî azadî û serxwebûna kurdan û çêbûna Kurdistanê bûn.
Ew mamoste bûn, wan dixwest kurd telebeyên wan bimînin û tim li devê wan mêze bikin.
Qebûlkrina azadiya kurdan û Kurdistanê bi qasî mîlîyetçiyan, di felsefeya wan da jî tunebû.
Çep heta nuha nehatine ser hukim, lê îslamîstên tirk bi îktîdara xwe ya 15 salan nîşan dan ew ji îslamiyetê bêtir, xwedî îdeolojiyeke irqçî û faşîst in. Bi qasî faşîstan û heta ji wan hîn durûtir û hartir neyarên kurdan in.
Kurdên çep rêberên xwe zû nas kirin û lema jî zû dev ji mezinayî û hevaltiya wan berdan û dan ser riyeke netewî û Kurdistanî. Xwestin navika xwe bi xwe bibirin...
Lê piraniya îslamiyên kurd hîn jî di himêza îslamîstên tirk ên irqçî û faşîst da ne û ji vê jiyana xwe ya zelîl memnûn xuya dikin.
Û wer xuya dike qet nêta îslamîstên kurd tuneye dev ji xizmetkarî û emirberiya îslamîstên tirk berdin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE