06 september 2017

Nezanî malwêranî ye

Dema meriv ji tarîxa xwe bêhay be dost û dijminê xwe ji hev nagere, ji nezanî ji dilnexwaz û neyarê qewmê xwe hez dike.
Kurdên wiha pir in, bi nezanî dijmin dost texmîn dikin, jê hez dikin, sebê dikin ax û of.
Zanîn hêz e, xwenaskirin e.
Nezanî malwêranî ye. Meriv dike mirîşka gêj…

XXX
Mehekê bi dûzan telewîzyonên tirk bi merivê dinyayê yê herî jîr bidin temaşekirin.
Piştî mehekê IQya wî ewê dakeve mistewa ya mirîşkekê.
Li Tirkiyê îktîdara îslamî dixwaze civatê bike mirîşk û şahê li qesrê jî bibe dîkê civatê yê tik û tenê.
Tirkiye bêyî dîk nabe, ji tirkan ra tim dîkek lazim e...
Formulärets överkant

XXX
Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu gotiye, ”Tirkiyê îro wesfê xwe yê dewleteke huqûqî wenda kiriye.”
Rast e lê Tirkiye tu carî nebûye dewleteke huqûqî. Lê îro ji her demê bêtir, sedîsed ne dewleteke huqûqî ye.
Tirkiye îro êdî dewleteke teokratîk e û ne li gorî huqûqa medenî, li gorî şerîetê û şert û wacibên dînî tê meşandin.
Li gorî medyaya tirk dinivîse di mufredata nuh ya perwerdeyê da gelek tiştên ecêb hene. Çend numûne:
-Heger em gunehekî bikin emê bi erdhejê werin cezakirin.
-Gava hûn dizewicin ji xwe ra jineke dîndar hilbijêrin-
-Mafê hevduberdanê ne yê jinê ye, yê mêr e.
-Heger hûn sûcekî bikin hûnê cezayê dîyetê bidin.
-Îbadeta herî mezin cîhad e…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE