15 september 2017

Parlamentoya Kurdistanê îro civiya û biryara referandûmê qebûl kir

Parlamentoya Kurdistana Federe biryara referandûmê qebûl kir
Parlamentoya Kurdistana Federe piştî du salan îro vebû û biryara referandûmê bi 65 rayan qebûl kir...
Pîroz be, ser xêrê be.
Goran û Komeleya Îslamî beşdarî civîna îro nebûn.
Dil dixwest Goran û Komaleya Îslamî jî beşdar bibûna û pirştgirya derve, ya Amerîka, welatên din û ya Neteweyên Yekbûyî jî li pişt vê biryara kurdan bûna.
Lê mixabin wiha nebû.
Bêguman berpirsiyarê vê rewşê Barzanî, PDK û YNK ye. Du salan girtîhîştina parlamentoyê ji şaşiyê wêdatir gunehkariyeke mezin bû. Di rojên pêş da helbet kurd ewê muhasebeya vê yekê were bikin.
Gerek kurdan xwe nexista vê rewşê, bi tifaqeke netewî biçûna referandûmê û bikanîbûna piştgiriya dinyayê jî bigrin. Mixabin îro rewş ne ev e.
Lê ji vê saetê û şûnda bêyî garantî û alternatîfeke kurdan îqna bike, îptalkirina referandûmê ewê bibe şaşiyeke mezin.
Dibê Barzanî, PDK û YNK û hukûmeta Kurdistanê li pişt biryara xwe bisekinin û li hemberî gef û zextan gavê paşda navêjin.
Li alî din dibê hemû kurd jî li her derê û ji her demê bêtir piştgiriyê bidin biryara referandûmê.
Di vê rewşa krîtîk da piştgiriya miletê kurd, partiyên kurd pir muhîm e.
Dibê kurd nîşanî dinyayê, Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî bidin ew ji şêla wan ne razî ne û referandûm mafekî miletê kurd yê demokratîk e.
Li gorî xebera Rûdawê ”71 parlamenter ji pêkhateyên kurd, tirkmen, mesîhî (sşûrî, suryanî, Kldan û ermenî) û kurdên êzidî û fraksyonên PDK, YNK, Yekgirtû, Partiya Komonîst, Arasteya Sêyem, Partiya Sosyalîst, Çaksaziya Tirkmenî û Pêşkevtina Tirkmenî, Lîsta Rafîdeyn a Mesîhî beşdarî civîna îro bûn.”

XXX
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan israra Mesûd Barzanî ya di referandûma Kurditanê da pir sert rexne kir û got:
”Beyana Barzanî pir şaş e. Ez viya wek biryareke ne karê aqil dibînim. Ev ecemîtiyeke siyasî ye. Siyaseteke wiha nabe. Barzanî hesasiyeta me ya yekparetiya axa Îraqê zane. Barzanî biryara Tirkiyê ewê di 22ê îlonê da piştî civîna Heyeta Wezîran û Heyeta Ewlekariyê hîn baştir û hîn vekirîtir bibîne…”
Bi van gotinan Erdogan eşkere dibêje piştî civîna Heyeta Wezîran û Heyeta Ewlekariyê ewê li hemberî Kurdistana Federe ya herbê îlan bikin ya jî hin tiştên xerabtir bikin…
Êdî ew ûjdanê xwe…
Em çi bikin, em çi bibêjin jî bêfeyde ye, Erdogan çi bixwaze ewê bike.
Di rojên pêş da bi Îraqê û Îranê ra ewê çi bînin serê kurdan, bi hev ra planeke mişterek çêkin…
Em rica ji zaliman nakin û xwe navêjin dexlê wan, emê jî li ber xwe bidin…
Barzanî, KDPê kurdên başûr dîtin tirk çi bêbext û çi mar in...
Dijminên bavan tu carî nabin dostên lawan....



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE