04 september 2017

Saeb Erkat: Dewleta kurd di gewdê ereban da ewê bibe xencerke jahrîn !



Wezîrê filistînî û serokê Delagasyona Filistîn ya Hevdîtinan Saeb Erkat di hevpeyivîna xwe ya di sîteya ”elkashif.net” ê da li ser avabûna dewleteke kurd û micadela kurdên Kurdistana rojava gotiye:
”Avabûna dewleta kurd di bedena(gewdeyê)miletê ereb de ewê bibe xençereke jahrîn. Ne li Sûriyê tenê, di eynî wextê da ewê li hin welatên ereb yên din jî bibe sebebê teşwîqkirinê.
Dibê meriv têkiliyên bi dizî yên di nabêna kurdan û Îsraîl da jî bibîne. Ev îtîfaqa kurd û Îsraîl ewê rewşa ereban zeîf bike. ”
Di hevpeyvînê da li ser kurdên rojva û başûr gelek tiştên din yên pir xerab û neyarane dibêje.
Lê ji bo meriv bizane Saeb Erkat di heqê kurdan û mafê wan yê netewî da çi difikire ev gotina wî tenê têrê dike.
Mêrik dewleta ji bo xwe heq dibîne ji bo kurdan wek qebhetê, wek sûcekî giran û di bedena ereban da wek xencereke jahrîn dibîne.
Yanî meriv kane bibêje di nabêna Saeb Erkat û Devlet Bahçelî û Erdogan da tu ferq û cudahî tuneye. Hersê jî bi qasî hev neyarên miletê kurd in û naxwazin kurd li tu beşekî Kurdistanê bibin xwedî dewlet.
Lê li gel vê dîtina Saeb Erkat, hîn jî kurd, bi taybetî jî kurdên îslamî bi qasî Saeb Erkat milîtanên filistîniyan in û dijminatiya Îsraîl dikin.
Mêrik eşkere dijminatiya kurdan dike, li başûr, li rojava avabûna dewleteke kurd di bedena ereban da wek xencereke jharîn dibîne, lê hin kurdên me dîsa jî xwe dikin qurbana Erat û filistîniyan….

XXX
Heger hûn hîn jî kanin silavê bidin kesên dilê we hîştine, ev sedeqa ûjdanê we ye.
///Mewlane
Carnan sedeqe jî hewce ye.

XXx
Di jiyanê da gelek însan zanin ewê çi bikin, lê belê jimara însanên tiştê zanin dikin pir hindik e.
/// Anthony Robbins
Tiştê meriv dixwaze bike gerek meriv bike, taloqî sibe neke. Taloqkirin destpêka tembeliyê û xuyekî ne baş e.
Karê îro nehêle sibe.
Sibe kane dereng be.
Heta ji min tê tiştê difikirim tavilê dikim. Lema jî baş xerab, rast, çewt tiştekî dixuliqînim...





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE