06 september 2017

Şerîf Mardîn sosyologekî kemalîst e



Sosyolog  Şerîf Mardîn îro, piştî jiyaneke dirêj, di 90 saliya xwe da li Emerîkayê mir.
Bala min lê ye di medyaya sosyal da gelek kurd gelkî pesnê Şerîf Mardîn didin, wî wek alimekî mezin pêşkêşî kurdan dikin.
Dema meriv ji tarîxa xwe bêhay be dost û dijminê xwe ji hev nagerîne, ji nezanî ji dilnexwaz û neyarê qewmê xwe, ji kemalîstekî  jî hez dike.
Numûneya herî dawî sosyolog Şerîf Mardîn e.
Şerîf Mardîn sosyolegekî gelkî bi nav û deng e, lê belê ne ew meriv û alimê meriv pesnê wî bide.
Çimkî  Mardîn ne alimekî rastgo ye, ew sosyologekî  îdeolojiya resmî qebûl kiriye û xebatên xwe jî li gorî îdeolojiya resmî yanî kemalîzmê meşandiye.
Lema jî Şerîf Mardîn miletê kurd ji nedî ve hatiye, di berhemên xwe da qet qala bindestiya kurdan, asîmîlasyona li ser wan, zulma li kurdan dibe, îşxala Kurdistanê, qetlîamên dewleta tirk aniye serê kurdan nekiriye.
Halbû wek sosyolog  gerek wî ji her kesî bêtir kurd û Kurdistan ji xwe ra bikira mijar û li ser binivîsiya û lêkolîn bikira.
Lê ne tenê kurd û Kurdistan ji nedîvî hatiye û çavên xwe ji bindestiya kurdan ra û ji zulma dewlet li kurdna dike ra girtiye, her wisa neyartiya dostên kurdan jî kiriye, yên piştgirî dane kurdan wek terorîst û dijminê xwe dîtiye.
Îsmaîl Beşîkçî xoce di vî warî da li ser Şerîf Mardîn numûneyeke pir balkêş daye. Ew jî ev e:



Di sala 1997a da Erol Anar bi alîkariya Human Rights Watchê dixwaze li Washingtonê pêşangeheke risma veke. Berpirsiyarên Human Rights Watchê  bêyî haya Erol Anar têkiliyê bi Şerîf Mardîn ra datînin û dixwazin ew pêşangehê(sergiyê) veke.
Şerîf Madîn ji wan ra dibêje “ez bifikirim”.
Piştî çend rojan ji berpirsiyarên Helsinki Watchê ra dibêje:

”Erol Anar di rojnameya rêxistina terorê PKKê da dinivîse. Destegê dide terorê û PKKê. Erol Anar yekî PKKyî ye. Ji ber wê jî ez nikanim vekirina vê pêşangehê bikim.”
Wek tê dîtin Şerîf Mardîn di vê bersîva xwe da ne wek alimekî, wek kemalîstekî , wek berdekekî dewletê peyivî ye.

Dîsa li gorî Beşîkçî xoce nivîsî ye, Şerîf Mardîn li ser Seîdê Kurdî jî xebatek kiriye.
Lê di wê xebata xwe da jî qet qala dîtin, axaftin, nivîs û berhemên Seîdê Kurdî yên li ser kurd û Kurdistanê nekiriye û heta bi zanetî ew aliyê Seîdê Kurdî veşartiye, bincil kiriye.
Ev ne şêla alimekî rastî ye, ev şêla sosyologekî kemalîst e, parêzvanekî îdeolojiya resmî ye.
Îdeolojiya resmî jî  înkara kurd û Kurdistanê ye.
Şerîf Mardîn di xebatên xwe yên sosyolojîk da fakta, heqîqeta heyî qebûl nekiriye û ew neparastiye, belovacî wê rastî, heqîqeta heyî bincil kiriye.
Lema jî di xebatên xwe yên ilmî da derneketiye dervayî sînorên îdeoloji resmî, îdeolojiya resmî qebûl kiriye û xebatên xwe yên sosyolojîk jî di  çarçewa îdeolojiya resmî da meşandiye….
A hin kurdên me ji nezanî pesnê vî Şerîf Mardînê kemalîst didin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE