16 september 2017

Tirkiye li vê dinyayê tenê li dijî dewleta kurda ye

Îtîraza Erdogan ji 22 dewletên ereb ra tuneye û dixwaze ereb dewleteke din jî(dewleta filistîn)çêkin û bibin xwediyê 23 dewletan.
Erdogan ji dewlet farisan ne aciz e.
Erdogan li ku dera dinya kîjan milet dixwaze bibe xwedî dewlet, Erdogan piştgiriyê didê, dibêje ev mafê we ye.
Tenê gava dor tê kurdan, dibêje ”bira kes li qusûrê nenêre em qebûl nakin kurd li Îraqê dewleteke îlan bikin”
Bêguman heger ji destê te were tu yê nehêlî.
Viya ez baş zanim. Lê hin kurdên qêmaqil hebûn tu û dewleta tirk wek dostê xwe ditînin, digotin hukûmeta AKPê ne li dijî serxwebûna Kurdistana Başûr e.
Nuha hûn dibînin Erdogan tu ferqê naxe nabêna PKKê , PYDê û PDKê ya jî YNKê. Ji bo Erdogan û dewleta tirk hemû jî dijmin in.
Wek tê dîtin yek kurdê AKPê jî newêre ji Erdogan ra bibêje tu çima li dijî dewleta kurdan tenê yî?
Tu çi ji kurdan dixwazî?
Çima tu hewqasî neyartiya kurdan dikî?
Ka em ”birayên hev” bûn?
Çend sal berê gava Erdogan wek taktîk zêde êrîşî Barzanî û kurdên başûr nedikir, kurdên AKPê ji vê siyaseta Erdogan durû cesaret digiritin û digotin serxwebûn mafê kurdên başûr e jî. Û diwêrîbûn Barzanî û serxwebûna kurdan biparêzin.
Lê nuha êdî dawiya derewan û xapandinê hat û Erdogaan êdî ji Îraqê bêtir neyartiya kurdên başûr û Barzanî dike.
Kurdên AKPê yên do Barzanî diparastin û digotin serxwbûn mafê kurda ye, îro newêrin devê xwe vekin, bûne pisik..
Çimkî kurdayetiya wan û piştgiriya wan bi Barzanî ra bi destûra Erdogan bû, Erdogan dihîşt ew hin fortan bidin xwe û demagojiya kurdperweriyê bikin.
Nuha Erdogan ew destûr rakir, lema rebenan newêrin devê xwe vekin. Ne di wêrin Barzanî biparêzin û ne jî diwêrin wek berê bibêjin serxwebûn mafaê kurda ye jî. Heta newêrin referandûmê jî biparêzin. Heger tiştekî wer bikin Erdogan ewê tiliya xwe li çavên xe û wan ji ber deriyê xwe biqewitîne...
Çimkî bindest in, ne xwedî îrade ne, lema jî mecbûri in li devê Erdogan binêrin û ew çi wezîfê bide wan, wê têxin praktîkî...

XXX
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan israra Mesûd Barzanî ya di referandûma Kurditanê da pir sert rexne kir û got:
”Beyana Barzanî pir şaş e. Ez viya wek biryareke ne karê aqil dibînim. Ev ecemîtiyeke siyasî ye. Siyaseteke wiha nabe. Barzanî hesasiyeta me ya yekparetiya axa Îraqê zane. Barzanî biryara Tirkiyê ewê di 22ê îlonê da piştî civîna Heyeta Wezîran û Heyeta Ewlekariyê hîn baştir û hîn vekirîtir bibîne…”
Bi van gotinan Erdogan eşkere dibêje piştî civîna Heyeta Wezîran û Heyeta Ewlekariyê ewê li hemberî Kurdistana Federe ya herbê îlan bikin ya jî hin tiştên xerabtir bikin…
Êdî ew ûjdanê xwe…
Em çi bikin, em çi bibêjin jî bêfeyde ye, Erdogan çi bixwaze ewê bike.
Di rojên pêş da bi Îraqê û Îranê ra ewê çi bînin serê kurdan, bi hev ra planeke mişterek çêkin…
Em rica ji zaliman nakin û xwe navêjin dexlê wan, emê jî li ber xwe bidin…
Barzanî, KDPê kurdên başûr dîtin tirk çi bêbext û çi mar in...
Dijminên bavan tu carî nabin dostên lawan....



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE