19 september 2017

Tiştê ji bo tirkkan baş û rast e ji bo kurdan şaş û qebhet e

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û heyeta pê ra li New Yorkê bi nûnerên saziyên yahudî ra civiya û ji wan piştgirî û alîkarî xwest.
Civînê 40 deqîqe ajot.
Gava tirk bi siyasetmedar û nûnerên yahûdiyan ra, bi nûnerên Îsraîl ra rûdin, civînan çê dikin siyaset e, dîplomasî ye. Hemû tirk jê ra li çepikan dixin.
Lê gava kurd eynî tiştî dikin dibe îxanet, dibe sîxurtiya Îsraîl.
Yanî rûniştina Erdogan bi yahûdiyan û berpirsiyarên Îsraîl ra dîplomasiye, baş e, lê rûniştina kurdan, têkiliya wan bi yahûdî û berpirsiyarên Îsraîl ra dibe qebheteke giran !
Di nava me kurdan da hîn jî gelek bêaqilên di bin tesîra vê propagandeya tirkan da dimînin û neyartiya Îsraîl dikin pir in…

XXX
Tirkiyê îcar Cepheya Tirkmen berra kurdan da, bi Cepheya Tirkmen Kurd bi şer tehdît kir
Tehdîdên Tirkiyê yên dîrekt ne bes e, îro jî serokê Cepheya Tirkmen Erşat Salihî li Anqerê kurd bi şer tehdît kiriye, gotiye heger kurd referandûmê îptal nekin ewê şer derkeve.
Yanî ewê êrîşî kurdan bikin.
Helbet Erşat Salihî borozana Tirkiyê ye, Tirkiye van gotinan pê dide gotin.
Mimkûn Tirkiye bi destê Cepheya Tirkmen li Kerkûkê teşxeleyekê derxe.
Bi hezaran leşkerên tirk li Kurdistanê hene, Tirkiye kane bi wan hin provaksyonan bike û bibêje kurdan tirkmen qetil kirin.
Yanî bi navê tirkmen hin tevlihevî û provakasyonan derxe. Ev potansîyela Tirkiyê heye.
Û berpirsiyarê vê yekê jî kurd bixwe ne, wan heta nuha destûr dan bi hezaran leşkerên tirk li Kuristanê bimînin.
Îro jî Tirkiye kane bi wan leşkeran û Cepheya Tirkmen bela xwe di kurdan bide û bi vî rengî serê kurdan têxe teşxelê.
Îhtîmala provaksyonên bi destê Cepheya Tirkmen ji îhtîmala êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê pir zêdetir e.
Ne îro tenê, Tirkiyê her tim tirkmenên Kurdistana Başûr li hemberî kurdan wek çeteyên xwe bi kar anîne û îro jî kane eynî tiştî bike.
Bêguman Erşad Salihî bi xwe ne tu tişt e, yê wî dide peyivandin Tirkiyê ye, hevsarê wî di destê Erdogan da ye. Erdogan çi emrî bide wî, ewê wiya bi cî bîne.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE